Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
Li gorî Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê li gelek bajaran barîneke zêe bibare.
‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Dibe ku Tirkiye bi bedela vekişîna ji Sûriyeyê, ji bo SMO’yê li Iraqê qadê ava bike.”
‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
Ji DBP'ê Erhan Basût diyar kir ku ji bo mitînga 13'ê cotmehê ku wê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" bê lidarxistin, wê mal bi mal bigerin û got ku ew li bendê ne ku beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe.
ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
ATK’ê di rapora ku ragihand Serdozgeriya Komarê ya Amedê de diyar kir ku Narîn Guran hatiye xeniqandin.
Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
Tîmên ku di tûrnûvaya fûtbolê ya di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tê lidarxistin de derketin nîvefînale diyar bûn.
'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
Mîrateya Mûsa Anterê ku kujerên wî nehatin dîtin, ji aliyê rojnamevabên ku wî ji bo wan got "Generalên Min ên Biçûk" tê domandin. Dîcle Anter got: "Gelek ciwan di nava şert û mercên zehmet de bi lehengî hewl didin ku nûçeyên rast bigihînin gel."
Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê hevdîtinên xwe domand. Bakirhan, got ku tevahiya pirsgirêkan dê bi şandina îktîdarê çareser bibin.
Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
Danişîna doza ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 endamên HDK’ê û HDP’ê yên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, ji bo parastin bên temamkirin taloqî sibê hate kirin.
Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
Emîne Şenyaşar a çalakiya wê ya “Nobeta Edaletê” ya li Meclisê hate astengkirin, piştî ku rewşa wê aloz bû rakirin nexweşxaneyê.
Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 10 welatî revandin û ji bo berdanê fîdye ji malbatên wan xwestin.
Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
Nehiştin Emîne Şenyaşar a li Meclise çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne, derbasî avahiyê ku Koma DEM Partiyê lê ye bibe.
Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
Rêveberiya Dibistana Seretayî ya Menderas a Cîzîrê ji bo lêçûnên klîmayê ji malbatên zarokan pere xwest.
Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
Amedsporê da zanîn ku ew ê giliyê Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr ku soza xwe ya ji bo nûkirina qadê bi cih neaniye bikin.