Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
Ji bo mîtînga "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê dicivin" ku dê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin, wê li 5 herêman bênavber xebat bên kirin û hemû beşên civakî wê ji bo mîtîngê bên vexwendin.
Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
Şêniyên gundê Pêçarê yê navçeya Licê diyar kirin ku leşkerên çûn operasyonê gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine.
Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
Ji Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re Ayşe Yumlî diyar kir ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê dixebitin û wiha got: “Ev doz, doza hemû kesên têkoşîna azadiyê didin e. Em weke doza xwe dibînin.”
Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
Rojnameger Takor Serdeştî diyar kir ku PDK'ê li Herêma Kurdistana ji bo Tirkiyeyê rê çêkiriye û got: "Eger PDK'ê pêşengtî nekira wê Tirkiyeyê ketina herêmê di xewna xwe de jî nedîtana."
Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
Di sedema girtina 6 kesên li Stenbolê hatin girtin de, nûçeyên der barê binçavkirina wan û sepanên Sîgnal û Telegramê yên di telefonên wan de cih girtin.
Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya Meteorolojiyê dê li 6 herêman barîneke zêde bibare.
Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
Li navçeya Qilebanê di çarçoveya kampanya "Azadiyê" de çalakiya "Xwendinên Azadiyê" hat lidarxistin.
Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê ya li Meclisê di Roja 27'emîn de berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana Emîneyê û piştgirî dan çalakiya wê.
Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
Cenazeyên 2 endamên HPG'ê yên tê gotin di pevçûneke li navçeya Licê de jiyana xwe ji dest dane anîn ATK'ê.
Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
Zaroka li Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê pitika wê bû sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hate kirin.
Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
Hate îdiakirin ku Narîn Guran a 8 salî “hatiye xeniqandin”. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî vê îdiayê wiha got: “Raporeke Tiba Edlî ku ketiye nava dosyayê nîne.”
Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
Hediye Guran a di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de hatibû binçavkirin, hat girtin.
Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 kes revandin.