Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
Der barê rojnamevan Celalettîn Yalçin ê di hevdîtina vekirî de ji xizmên girtiyan re îşareta serkeftinê nîşan da, lêpirsîn hat destpêkirin.
Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
Siyasetmedar Sebahat Tuncel çû serdana Şaredariya Curnê Reş û got: “Divê em şaredarvaniya alternatîf bikarin ava bikin. Meseleya me ne tenê ew e ku avahiyekî bi dest bixin. Meseleya me ew e ku pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.”
Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
Li dijî girtina endamên malbatê yên di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de hatine girtin, îtîraz hate kirin.
Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
Girtiyê bi navê Metîn Serhat ku ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekiya Bilind a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hate kirin, diyar kir ku zexta psîkolojîk li wan tê kirin û hatine tecrîdkirin.
Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
Cenazeyê Anter Anter dê li gundê Zivingê were definkirin.
Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî biryara binpêkirinê ya DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû civiya. Komîteyê xwest ku tevdîrên pêwîst tavilê bên girtin. Komîteyê, diyar kir ku heke gav neyên avêtin dê di îlona 2025’an de biryara navberê amade bikin.
Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku karesata herî mezin a bi serî vî welatî hatî AKP ye û wiha got: “Heke nan tune be edalet nîne, heke edalet nebe nan jî tune ye. Pêdiviya me pir van her duyan heye.”
Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
DEM Partiyê encamnameya sempozyûma “Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin ku pêwîste li dijî feraseta ku cotkaran ji cotkarî û hilberînê diqetîne rêxistinkirina kooperatîfiyê bê kirin.
Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
Danişîna doza 38 kesên endamên HDK’ê û HDP’ê ji bo temamkirina parstinan taloqî 23’yê cotmehê hat kirin.
Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
Kurê Apê Mûsa, Anter Anter îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
Şaredariya Pirsûsê xwest navê “Mem û Zînê” li parqeke navçeyê bike. Qeymeqamê Pirsûsê got ev nav “guncav” nîne û biryara şaredariyê red kir.
Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
Rojnameger Huseyîn Aykol di bîranîna Apê Mûsa de axivî û wiha got: “Hêrs û êşa me hêj mîna xwe ye. Me pênûsa te li erdê nehişt û dê nehêlin.”
Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
Anastasia Kosmidou ku li Yewnanistanê dijî, bi salan e ji bo dîtina xaltîka xwe Anastasia (Fatma Bazdan) û zarokên wê ku ji ber pevguherîna nifûsê ew winda kirine, têdikoşe.
DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
Li Wanê piştî barîna barana zêde li newala di bin berpirsyartiya DSÎ’yê de av rabû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan banga “berpirsyartiyê” li DSÎ’yê kir.