Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
Xwediyên Xelatên Rojnamevaiyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn.
Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
Cenazeyê Zirav Taş û Fehmî Başkurt ên HPG'î yên li Licê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan ve ji ATK'ya Amedê hatin wergirtin.
Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî diyarkir ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend û xizmetkar heye.
Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
DEM Partiyê ji bo binpêkirinên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di cih de bên çavdêrîkirin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da.
Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
Operasyona leşkerî ya li gundê Pêçarê yê Liceyê hatiye destpêkirin didome.
Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Kurkçulerê hate lidarxistin de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de bi rojnamgeran re civiya. Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Narîn Guranê û wiha got: “Ya ku li vir tê veşartin ne kujerên Narînê, rêxistinbûna rizî ya dewletê ye.”
Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
Di danişîna ewil a der barê rojnamevan Abdullah Kaya de hat vekirin de, cerdevan C.Y. got ku ew dev ji gilîkirina xwe berdide.
Cezayê hefsê dan Farisogûllari
Di danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari de 5 meh cezayê hefsê hate dayin.
Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
Ji ber pirtûka “Kesên Xewnên Wan Nîvcoyî Hatine Hiştin”, derheqê nivîskar Yavuz Ekîncî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
Malpera înternetê ya rojnameya Xwebûnê hate astengkirin.
Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
Dewleta Îranê li Sine û Dîwandere 5 kurd binçav kirin û heta niha jî agahî ji wan nehatiye girtin.
Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan de ku navenda wê Îzmîr bû, Akademîsyenê Aştiyê Dr. Mehmet Zencîr jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin.
Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
Danişîna doza Halîse Aksoy ku li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû vekirin, hate taloqkirin.
Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku serdana gora Narîn Guran kir bal kişand ser embara çekan ku li gund hat dîtin û ev pirs kir: “Gelo dixwazin vê embara çekan biparêz in? Eleqeya vê yekê bi qetilkirina Narînê re çi ye?”