Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dixwazin bi Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet re dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin û ew ê di vî warî de bi gelek derdoran re têkiliyê deynin û got: "Armanca me ew e ku tecrîda li Îmraliyê bibe rojev û meseleya kurd bi rêyên demokratîknç gengeşekirin."
Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
Parêzer Rêzan Sarica, diyar kir ku helwesta Komîteya Wezîran a KE’yê ya di çarçoveya biryara DMME’yê de hişyarî da Tirkiyeyê ku dê di îlona 2025’an biryareke navber were amadekirin, nîşaneya derbasbûna qonaxeke nû ye û wiha got: “Erênî ye lê li dijî rastiya Îmraliyê têrker nîne.”
Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
Berdana girtî Çetîn Arkaş ku di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, roja wê bihata berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat taloqkirin.
Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
Rojnamevan-nivîskar Seyît Evran bi pênûs û kameraya xwe 30 salan têkoşîn û dengê gelê kurd ji cîhanê re ragihand. Salek bi wefata Evran re derbas bû. Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû got: “Naskirina bi heval Seyît re naskirina heqîqetê bû.”
Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata ji bo du rojan li dar dixe. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di destpêka komxebatê de axivî û got: "Jineolojî kodên 5 hezar salan ê baviksalarî lêkolîn dike û di heman demê de li dijî vê yekê zanisteke azadiya jinan derdixe holê."
Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
Der barê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî hilbijartinê ji wezîfeyê hat girtin îdianameyeke din jî hat amadekirin.
Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
Tevî pêkanînên rewşa awarte (OHAL) yên fiîlî yên li Geverê jî xizmên windayan her hefte li qadê tên cem hev. Xizmên windayan diyar kirin ku heta kiryar neyên eşkerekirin û edaleta rast pêk neyê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.
Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
Dîcle Anter ê kekê wî Anter di salvegera qetilkirina bavê wan Mûsa Anter de jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Keda kekê min gelek hebû ku li vir (Sitîlîlê) deriyê bavê min vekirî bihêle.”
Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
Abdulkadîr Barût, bavê Kendal Barut ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin, diyar kir ku laşê kurê wî bi bîrîn e û nayê dermankirin û got: "Em jî tên cezakirin."
Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
Dengbêj Kazo yê ku tam 32 sal berê di şeva ku ji bo nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn hat lidarxistin de bi destê Mûsa Anter girtibû û bi hev re govend gerandibûn, wiha got: “Dema min ew dîmen piştî salan dît, pir pê êşiyam. Lê ji aliyê din ve ez kêfxweş bûm ku vî dîmenî ez û Apê Mûsa di govendê de aniye cem hev.”
Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
Li navçeya Elbak a Wanê di encama barana zêde de lehî rabû û ji ber lehiyê hinek mal di bin avê de man, zevî û erdan zirar dît.
Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar ji bo endamên malbata xwe yên hatine qetilkirin û kurê xwe yê girtî li Meclisê daye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt.
Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
Danişîna doza Necmettîn Fendîk ku di serdegirtina malê de hatibû qetilkirin, ji ber ku parêzerê polîsê bersûc hincet nîşan da hate taloqkirin.
Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
Midûriyeta Herêma 14’emîn Çandiniyê û Daristanê ya Wanê ji bo nêçîra pezkoviyan ku kuştina wan qedexe ye, bi awayek “fermî” derxist îhaleyê.