Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya li Wanê ku der barê êrîşa li hemberê rojnameger Rabîa Onver de pêk hat axivî wiha got: “Rabîayê karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîayê daye re bêjin, Rabîayê dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”
Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeda edaletê ya li ber Meclisê de bi dowîza li ser "Edalet" nivîsandî doza edaletê kir.
MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
MSD’ê bi wesîleya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriya Tirkiyeyê pêkan e.
Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
Hevserokên PYD’ê diyar kir ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, têkoşîn didome û gotin: "Ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê divê xakên dagirkirî bên azadkirin."
Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
Li Şirnexê birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da. 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Geverê ji bo piştevaniya bi rojnamevan Rabia Onverê re meş li dar xistin, destnîşan kir ku Onverê rastiyên ku li hemû Tirkiyeyê tên zanîn, lê ditirse were axaftin îfşa kiriye.
Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê teqawîdan re civiya.
Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Hanîfe Aslan, Mehmet Emîn Çam û Mehmet Parlak û bang hat kirin ku demildest bên berdanê.
Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî hedefgirtina rojnamevan Rabîa Onver da û got: “Hûn nikarin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Ne Rabîa Onver, divê ev çeteyên li Colemêrgê hatin eşkerekirin bên darizandin."
Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
Ji bo kurê Apê Mûsa, Anter Anter li gundê Sitîlîlê yê Nisêbînê şîn hat dayîn.
Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê aqûbeta malbata Işik û Serîn ên li Dêrsimê hatin windakirin, li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat revandin û agahî jê nehat girtin, pirsîn.
Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Morsumbul ê beriya 44 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn. Birayê Morsumbul, Şahîn Morsumbul jî daxwaza edaletê kir.
Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
Li navçeya Dêrikê wesayîtek ket qenala avê ya GAP’ê û 3 kesa jiyana xwe ji dest dan.
Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
Şaban Kaygusuz ne milê wî yê rastê ne jî ranê wî yê rastê heye. ATK ku berê der barê Kaygusuz de gotibû “nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne”, cara duyemîn gotiye “jiyana wî ne di talûkeyê de ye” û berdana wî asteng kir.
Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
Sadik Tan ê girtî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got: “Heke tiştek were serê min, berpirsiyar girtîgeh e.”