Amedsporê serlêdana sûc kir
Amedsporê bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar tîne” derheqê Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê serlêdana sûc kir.
Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
Wezareta Parastinê ya dewleta tirk ragihand ku di pevçûnên li Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hatiye kuştin.
Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
10’emîn kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de ji çapemeniyê re girtî didome.
Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de her ku diçe dijwartir dibin. Şevê din jî her du aliyan êrişên dijwar kirin.
Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
Di madena komirê ya li Xorasanê de teqîn çêbû û hat ragihandin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay di dema sewqkirina nexweşxaneyê de kelemçe red kir û neçû nexweşxaneyê. Kubîlay, giliyê leşkeran kir.
Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.
Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
Girtî Fevzî Arslan ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de lê hatiye kirin, bijîşkan tespîta “mejiyê wî dihele” lê kir û gotin “herî zêde dikare 2 salan bijî.” Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
Birayê girtî Celal Acar ê li girtîgeheke cuda tê ragirtin, ji Acar re name şand û rêveberiya girtîgehê bi hinceta “fikaredar e” name teslîm nekir. Tevî name nehatiye teslîmkirin jî derheqê Acar de lêpirsîna disipllînê hate destpêkirin.
Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku Abdullah Ocalan hêviya gelan e û ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê wiha bang kir: "Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî mafdar û rewa ye."
Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
Girtiyê nexweş Nurettîn Dayan ê ji ber binpêkirina mafan ên li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê li qawîşa jêrzemînê li kêleka morgê tê girtin.
Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
Girtiyê nexweş Suleyman Sebrî Mavî yê di nava ciyan de, ji bo der barê wî de rapor bê amadekirin, sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê hatibû kirin. Nexweşxaneyê bêyî nêrîna xwe ya ji bo rewşa Maviyê 75 salî bêje, xwest sewqî ATK'ê bê kirin.
'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
Li Stenbolê ji bo rojnamevan Rabîa Onver a ku der barê wê de biryara girtinê hatiye dayîn de daxuyanî hat dayîn û hat gotin: "Hûn jî wek hevkarên xwe yên tarî baş dizanin ku hêza tu kesî têre nake ku çapemeniya azad bêdeng bike."
Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
Rojnameger-Nivîskar Huseyîn Aykol ê diyar kir ku hewl daye ala ku ji Apê Mûsa mîrate maye neyê xwarê, pirtûka xwe ya bi navê "Dîroka Çapemeniya Azad" ku 35 salên Çapemeniya Kurd a Azad vedibêje îmze kir.