Dermanên girtiyê nexweş nedanê
Ji girtiyê nexweş Habat Demîr ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Îzmîrê tê ragirtin re dermanên ji aliyê bijîjk ve hatine nivîsîn nehatin dayîn.
Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
Lîsansa weşana Açik Radyoyê hat betalkirin. Endamê RTUK’ê yê DEM Partiyê Necdet Îpeykuz dengê xwe li dijî betalkirina lîsansê da û got ku azadiya çapemeniyê her roj bi biryarên RTUK’ê tê binpêkirin.
Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
Dayikên Aştiyê yên li bajarokê Tilqebîna Silopiya çalakiya nobeta “Ji şer re na, a niha aştî” dan destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
Derheqê xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Funda Akbulut de ku tevî 5 rojnamegeran hatibû binçavkirin, 8 meh piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Dosya ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin lê dadgehê dosya qebûl nekir. Dosyaya têkildarî 3 rojnamegerên din hêj nehatiye temamkirin.
Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
Hevşaredarên DEM Partiyî piştî erdheja navenda wê Meletiyê li Amedê serdana qadên “bixeternak” kirin.
Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî erdheja li Meletiyê rû da daxuyanî da û li sê bajaran li her bajarekî di avahiyekî hin beşên wan hilweşiyan e.
Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê têkildarî tundiya polîsan a li ser rojnamevanan di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk hat daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Dest ji hedefnîşandan û astengkirina rojnamevanan berdin.”
Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
Jeolog Nacî Gorur piştî erdheja bi pileya 6.0’ê ya navenda wê Meletiyê daxuyanî da û wiha got: “Di erdheja 6’ê sibata 2023’yan de enerjî transfer bû û ev erdhej encama wê ye. Anku hewcehî bi tirsê nîne.” Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan jî got; “Erdhejoka erdhejên 2023’yan e.”
Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
Kesekî nasnameya wî nediyar bi şev êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kir
Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ku di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî hatin şikandin, wiha got: “Ez berxwedana dayikan silav dikim.”
Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
Li Meletiyê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû. Gelek bajarên Kurdistanê jî ji erdhejê bi bandor bûn û hejiyan.
Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
3 jê rojnamevan 21 kesên di çalakiya Dayikên Aştiyê ya têkildarî xwesteka aştiyê de li Silopiyayê hatin binçavkirin, karûbarên wan ê binçavkirinê ya li qereqolê bi dawî bû. Kesek jî ji ber di êrişê de parsûyên wî şikestine tedawiya wî didome.
Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên di çalakiya nobetê ya li Tilqebînê de wiha gotin: “Heta ku aştî û aramî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome.”
Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Arende ya Meletiyê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Suleyman Bozkûrt hate binçavkirin.
Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
Dadgeha Îstînafê îtîraza malbata Dedeogûllari ya ji bo êrişa ewil ku xwest bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin red kir.