Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
Tehliyeya Onûr Kangal ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tê ragirtin, bi îdiaya “Ji bo bê nav civakê amade nîne” saleke din hate taloqkirin.
Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan tevî pirsgirêka kurd dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û têkildarî daxuyaniyên vê dawiyê yên der barê "hevdîtin" û "pêvajoya nû" de jî wiha got: "Tişta ku tê gotin ne mimkun e û tew tiştekî manîpulatîf e. Lê belê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û fikirên birêz Ocalan bi rihetî bên gengeşekirin.”
Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di serî de Amed û Riha, ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.
Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
Serokwekîlê Koma Meclisê Sirri Sureyya Onder ji bo karkerên Fernasê bi Ferhat Nasiroglû re hevdîtin kir û got ku zemîna pêşmutabeqetê amade bûye.
Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, daxuyanî da û got: “Me saziyên civak sivîl, baroya Wanê û navenda jinê xwest pêvajoya tipa edlî bişopînin. Merciya dozgeriyê nehişt em tevli pêvajoya ATK’ê bibin.”
Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, diyar kir ku di erheja navenda wê Meletî de 187 kes bandor ji erdhejê girtine û 43 kes jî hê di bin çavdêriyê de ne.
Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
3 jê rojnameger 19 kesên ku di çalakiya Dayikên Aştiyê de binçavkirin serbest hatin berdan û 2 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
Jinan bi lidarxistina meşa bêdeng serdana şîna Rojîn Kabaîşê kirin. Jinan soz dan ku heta faîl bên dîtin, wê têkoşîna wan bidome.
Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
Waliyê Xarpêtê Nûman Hatîpoglû ragihand ku di erdhejê de 94 kes birîndar bûn e û di du avahiyan de xesar tespît kirine.
Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
Doza qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya AGOS’ê Hrant Dînk ku 5 jê polîs 12 kes tên darizandin, ji bo îfadeya Midûrê Emniyetê yê demê Alî Fuat Yilmazer cara dawî hate taloqkirin.
Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş bi lêv kir ku dîtina cenazeyê keça wî ya çend kîlometreyan ji cihê lê windabûyî dûr, nîşan dide ku bûyer ne întîhar cînayet e û xwest faîl bên dîtin.
Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
Dixtor Huseyîn Yavîç ê ku di karûbarên otopsiya Rojîn Kabaîş de amade bû diyar kir ku laşê Kabaîş deforme bûbû û got: “Hin nûveyên bi guman ku dihatin dîtin hebûn. Nimûne hatin girtin."
TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
Midûriyeta Ewlehiya Stadyûman a TFF’ê diyar kir ku stadyûma Amedê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne û xwest kêmasî bên temamkirin.
Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî nîqaşên “çareseriyê” ku piştî Bahçelî silav dayî DEM Partiyiyan dest pê kiribûn, wiha got: “Silavdayîna Devlet Bahçelî jî parçeyeke şerê taybet e”. Karasu, hişyariya “xefikê” kir.