Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin

Li Nisêbînê di danişîna doza 5 leşkerên ji kuştina karker Yusuf Akin tên darizandin de biryar hat dayîn ku li benda rapora ATK’ê bê sekinandin.

Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin

Di doza ku rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat jê tên darizandin, şertê kontrola edlî hat rakirin. Der barê Aslan û Alayumat de lêpirsînek nû hat destpêkirin.

Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da

Derbarê midûrên polîsan ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de ji ber dizî û şelandinê dihatin darizandin biryara beraetê hate dayîn. Ji her sê kesan re ji ber sûcê “bertîlê” ceza hate dayîn.

Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bangawaziya Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku digot; “Rêxistinê tesfiye bike” nirxand û wiha got: “Em mereq dikin ka dê birêz Ocalan çi bersivê bide. Deriyê Îmraliyê vekin em birêz Ocalan guhdarî bikin.”

Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin

Derket holê ku li cihê kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hatine qetilkirin tu lêkolîn nehatine kirin.

Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin

Bêparhiştina bi milyonan zarokên ji gelên cuda û qedexeyên li ser zimanê kurdî, gotinên Erdogan ên têkildarî “zimanê dayikê” vala derdixînin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû got: “Rast dibêje lê êdî kesekê ji gotinên wî bawer bike nema ye.”

Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin

Doza ku kesên tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn jê dihatin darizandin, bi hinceta temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in tu agahiyan jê nagirin, serlêdan kirin.

Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin

Dadgeha Bilind, biryarên beraetê yên di doza JÎTEM’ê ya Mehmet Agar jî di nav de 18 bersûc jê dihatin darizandin de hatibûn dayîn pejirandin.

Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin

Li Stenbolê welatiyên ku di dema daxuyaniya ji bo mitînga “azadiyê” de hatin binçavkirin bi tundî û tacîzê re rû bi rû man. Fincê Akman a ku tundî lê hat kirin got: “Nikarin îradeya me bişikînin.”

Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin

Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê navê Narîn Guran a hate qetilkirin li parkekê kir.

HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku avakirina HDK'ê ya bi perspektîfa têkoşîna yekbûyî tê wateya ku ax bi ava xwe ya jiyanê re bûye yek û bi zehmetiyên pêvajoyê re berpirsyariyên HDK'ê zêde bûne û got: "Pêdiviya me bi peyman û vejîneke nû heye ku tevî tifaqa siyasî tifaqa civakî li her derê ava bike."

Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin

Li 36 bajaran bi ser malan de hate girtin û 269 kes hatin binçavkirin.

'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’

Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê xweşguzarî û hiqûq neyê û wiha got: “Divê li fikrên Abdullah Ocalan jî were guhdarîkirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.”

ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN

ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN

< 581 582 583 584 585 > Rupel 583 / 5.358