Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacîoglû bertek nîşanî biryara desteserkirina Rojnameya Yenî Yaşamê da û got: “Gel gotina xwe got, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Em jî dê her tim dengê gel ragihînin."
Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûnê hatibû dîtin, hate definkirin.
Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
Li Rûbarokê dîwarê betonî yê li ser sînor ê ji bo armancên leşkerî hatin lêkirin û amûra X-Ray ya ku ji bo gundî karibin biçin gund hatin danîn û kûleyên leşkerî yên nava malên gund çavdêrî dikin hatin çêkirin, li mezrika Dûyê yê gundê Bêruhê tu tişt ji jiyanê nehiştiye.
Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
Tevî êriş, zext û binçavkirinan jî çalakiya nobetê ya Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” daye destpêkirin didome.
Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
Rapora pêş otopsiya Rojîn Kabaîş bi hinceta “biryara veşarî” heye nedan Baroya Wanê.
3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
Hevserokê DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê di çalakiya Dayikê Aştiyê de hat binçavkirin, parsûyên wî hatin şikandin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.
Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
Cenazeya Rojîn Kabaîşê ya ku di 27’ê Îlonê de winda bûbû di roja 18’an de li Perava Molakasim hat dîtin, anîn ATK’ê.
Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibe dest pê dike. Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha têkildarî mijarê wiha got: “Dê bi fûarê re berhemên kurdî bigihijin ber destê xwîneran.”
Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a winda hate dîtin.
Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
Leşkeran êrişî çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li Silopiyayê kirin. Di êrişê de 3 rojnameger, gelek Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Cizîrê û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
Xebatkarê paqijiyê yê bi navê D.T. ku li navçeya Bayrakliyê xwendekarek tacîz kiribû, li ser berteka malbatan jinûve hate binçavkirin û girtin.
Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
Hate diyarkirin ku li Merîwanê îşkence li 5 kolberan hatiye kirin û rewşa yekî giran e.
Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
Der barê Şukru Koçak ê ku hevjîna xwe Fatma Ogûr li navçeya Artemêtê kuştibû de, cezayê muebeda girankirî hat xwestin.
Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
Dayikên Aştiyê, li navçeya Silopiyayê di çalakiya "em şer naxwazin, a niha aştî" de hatim cem hev.