Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
Otobûsa geştê ya ji Balikesîrê ber bi Nevşehîrê ve diçû, li Aksarayê wergeriya. Hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayin derket 6’an û herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.
Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
Barîna baranê ya li Pasûrê bi bandor bû di rêyan de bû sedemê hezazan. Wesayîteke ku di nav çem de asê mabû jî ji aliyê tîmên şaredariyê ve hate derxistin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kirin.
Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
DFG’ê 4’emîn atolyeya “Nûçegihantiya krîzê” li dar xist.
Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ku di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî ji hêla leşker û polîsan ve hatibûn şikandin, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derket.
Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
Der barê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci de bi hinceta ku têkildarî çekên kîmyewî daxuyanî da doz hatibû vekirin. Dadgehê dozê veguherand cezayê pere û 50 hezar lîre ceza li Fîncanci birî.
Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku li navçeya Silopiyayê 3 rojan nobeta li dijî şer girtin, wiha gotin: “Em ji bo aştiyê amade ne, şer naxwazin.”
Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê diyar kir ku tundiya polîsan a li dijî kesên tev li çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê bûn “qanûnî” ye.
Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
Girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
Rojnamevan Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş ku bi îşkencekirinê hatin binçavkirin diyar kirin di dema binçavkirinê de ewilî wênekêşên wan hatine desteserkirin û paşê hatine şikandin, bi tundiyê re rû bi rû mane û li dijî vê yeke dê serî li ÎHD bidin û gilî bikin.
Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
Bulent Arinç ê AKP’î diyar kir ku kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê hemû xetereyan bigirin ber çavan û wiha got: “Hûn ji Ocalan dixwazin ku bangawaziyê bike, wê demê divê hûn binê vê gotina xwe tije bikin.”
Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in tu agahiyan jê nagirin, serlêdan kirin.
Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
Cemîl Îvrendî girtiyek nexweş e û 30 sal in girtî ye. Berdana Îvrendî bi hinceta “têkiliya wî bi rêxistinê re qut nebûye” 6 meh hat dirêjkirin.
Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
Rojnamevan Memed Drews diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe wê bibe pêşbirka navbera "Xakfiroş" û "Xakparêz"an û got ku encamên hilbijartinê wê bandorê li hevsengiyên li herêmê bike.