Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê leşker û polîsan di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî şikandibûn wiha got: “Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar biryara tehliyeyê nirxand û got: “Hêj edalet pêk nehatiye. Nobet xelas bibe jî dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”
Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
Di doza êrişa li dijî Malbata Şenyaşar de derbarê hemû girtiyan de biryara tehliyeyê hate dayîn.
Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
Ensîtûya Xebatên Civakî lêkolîna qadê ya “Meylên Civakî” parve kir. Li gorî lêkolînê, Diyanet û partiyên siyasî “du saziyên herî jênebawer ên Tirkiyeyê” hatin diyarkirin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
Ji ber parvekirina “Bijî berxwedana Kobanê” ku wêneyê YPG’iyan li ser bû, 3 dozên cuda li rojnamegerê girtî Mûrat Verîm hatin vekirin û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê diyar kir ku dema ceza dayin Verîm, cezayên dadagehên din hatine hesabkirin.
Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand û got: “Tenê kurd têkildarî pêşeroja herêmê pêşniyara çareseriyê dikin. Çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn, konfederalîzm e.”
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tevî biryara dadgeha înfazê jî berdana Tamer Tankikûlû yê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kir.
Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
Parêzerên OHD'ê li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê bi girtiyan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê tên binpêkirin û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin.
Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
Dokûmentera “Destên Tarî” ku tora sîxuriyê ya li rojavayê Kurdistanê êriş û sûîqestan plan dikir eşkere dike. Pêşkêşvanê dokûmenterê Alan Meîş diyar kir ku kesên ku ketine nava xefk ango tora sîxuran ji aliyê Parastin-ENKS û MÎT’ê ve bi hevkarî tên birêvebirin û parastin.
Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
Hatibû îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Mizgîn Acarê hewl daye ku “întîhar bike” û Îbrahîm Bogûrcû bi derbaskirina krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Parêzer Azad Kaya anî ziman ku divê binpêkirinên di van bûyeran de qewimîne bên aşkerekirin.
Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser cezayên ji ber pereşandina ji girtîgehê re tên dayin û wiha got: “Em jî li dijî vê kampanyayê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê ji gelek girtiyan re pereyan bişînin.”
Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê herêmên bilind ên Serhed û Behre Reş ji bo barîna berfê hişyar kir.