Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
Danişîna doza 38 kesên ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de ji bo ku parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin.
Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku pirsgirêka kurd bi axaftina yek kesî ve çareser nabe û wiha got: “Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema’ ev pirsgirêk heye û divê were çareserkirin.”
Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku dibe li pişt daxuyaniyên AKP’ê û MHP’ê “planeke bixeter” hebe û wiha got: “Heta ku rasterast bi Serok Apo re hevdîtin neyê kirin û dengê wî neyê bihîstin, qiymeta gotinên yek alî nîne.”
Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
Amediyên ku gotinên Devlet Bahçelî û Ozgur Ozel nirxandin, destnîşan kirin ku çarserî û aştî bi avêtina gavên şênber pêkan e.
Li Tetwanê bi ser malan de girtin
Îro di danê sibehê de li navçeya Tetwanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.
Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
Îtîrafkar Umît Akbiyik derheqê bi sedan kesan de îfade dabû. Derket holê ku îtîrafkar Akbiyik îfadeyên xwe bêyî parêzerê wî Abdullah Bariş amade daye û parêzer piştre weke ku li wir amade be girtek îmze kiriye. Baroya Amedê têkildarî parêzerî lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.
Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
Girtî Îsmet Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê vegotin û wiha axivî: “Ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin.”
Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, işaret bi gengeşeyên pêvajoya nû kir û got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin.
Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
Li Nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alavên tenduristiyê hene. Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya got ku li Elkê mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin. Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman jî got ku ji ber mudaxile nehate kirin, hevjîna wî felc bûye.
Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
Ji bo parêzer Dîlek Ekmekçî ku piştî serlêdana sûc a rêveberên MHP’î hatibû girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku pêwîste “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were bicihanîn.
Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî daxuyaniyên Devlet Bahçelî nirxand û got ku divê weke gava ewil destûr were dayin ku malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin hevdîtinê bikin.
Di madena Somayê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Di kana madenê ya navçeya Somayê de hezaz çêbû û karkerekî jiyana xwe ji dest da.
Dayikan bersiv dan Bahçelî: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê şer bi dawî bikin
Dayikên Aştiyê yên li Silopiyayê rastî êrişa leşkeran hatibûn, serî li ÎHD’ê dan. Dayikan, têkildarî gotinên Bahçelî yên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de wiha got: “Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê ji ewil şer bi dawî bikin.”