Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê tu partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike, rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku nîqaşa avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de hene.
Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
Serokê Şaxa ÎMO ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz anî ziman ku li Amedê avahiyên ji erdhejê zirar dîtibûn û hatibûn valakirin, xetereyê didin der û got ku bajar ji bo erdhejeke gengaz ne amade ye.
Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
Parêzera girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû Mehtap Işik, diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye girtin heya niha 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û got ku rapora heyeteê bi derengî hatiye xistin.
Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 43 mehan cara ewil li Îmraliyê bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir. Di êrişê de jinek birîndar bû.
Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
Dewleta tirk bi balafirên şer û çekên giran êrişî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrişan de heta niha 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûn. Artêşa tirk şevê din ji bej
Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
Li ber tesîsên Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk a li navçeya Kazanê dengê teqînê û guleyan bilind bû.
Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
Îdianameya ku der barê 4 bersûcên têkildarî qetilkirina Narîn Guran de hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Ji bersûcan re cezayê muebeda girankirî tê xwestin.
Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
Di doza têkildarî kuştina 5 kesên dihokî de derbarê 2 bersûcan de 5 caran cezayê hefsê yê muebeda girankirî hate xwestin.
Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
Di civîna UCLG-MEWA’yê de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mazûvaniya wê dike, hate gotin ku divê di navbera şaredariyan de piştevaniyeke xurt were kirin û ji bo şerê Filistîn-Îsraîlê banga aştiyê hate kirin.
Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
Karkerê bi navê Edîp Bozkurt li Nevşehîrê ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribû, êriş lê hatibû kirin û hatibû girtin. Bozkurt, hate berdan.
Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a di Civîna Hevpar a Konseyê û Lijneya Rêveberiyê ya UCLG-MEWA’yê de axivî, wiha got: “Tevî ku çand, ziman û baweriyên me cuda ne jî ji bo avakirina torên piştevaniyên yên di nava herêman de em li cihê wê ne û di dema rast de ne.”
Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
Kesên 13 sal berê di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang hate kirin ku ji bo kêmkirina rîskan gav bên avêtin.
Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir çû serdana Dayikên Aştiyê û di serdanê de wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Hewceye em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”