‘Mafê hêviyê’ yê ku Bahçelî qala wê dikir çi ye?
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de “Mafê hêviyê” xist rojevê. Mafê beha xeberê tevî biryara DMME’yê jî hêj 10 sal in nayê cîcibîkirin.
Piştî 7 salan şîn hate danîn
Bi girseyî serdana şîna endamê Dijwar Jêhat ku piştî 7 salan li Cizîrê hat danîn, hat kirin.
Hatîmogûllari: Muxatabê aştiyê Ocalan e, Meclis cihê çareseriyê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe de got: “Muxatabê aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan e ku di bin tecrîda girankirî de ye. Cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e.”
Bahçelî yê ku tecrîdê qebûl kir ji bo ‘mafê hêviyê’ jî şert danî
Devlet Bahçelî tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û beramberî “tasfiyekirina rêxistinê” ji bo bikaranîna “mafê hêviyê” pêşniyara rê vekirina sererastkirina qanûnî kir.
Demîr a DEM Partiyî hate berdan
Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr hate berdan.
Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
Di danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok de derket holê ku derheqê Gok de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 44 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin
Endezyar Mîhaîl Atîk diyar kir ku bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tu tevdîr nehatine girtin. Atîk, got: “Li şûna tevdîran bigirin, 3 caran efûya îmarê derxistin.”
Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me
Fevzî Aslan ê ku tê gotin du sal temenê wî maye diyar kir ku ji ber lêferzkirina lêgerîna nav dev qebûl nekeriye tedawiya wî nayê kirin û ev bang kir: “Guh bidin qêrîna me.”
Xizmên kesên di Komkujiya Licê de hatin qetilkirin 31 sal li benda edaletê ne
Bi ser Komkujiya Licê re 31 sal derbas bûn lê heta niha yek kes jî nehatiye cezakirin. Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz got; “Heke hevrûbûnek çêbibe divê li ser dozên mîna yên Licê çêbibe.”
Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand wan ji bo giliyên ku li ser hilbijartina taybet û giştî yên parlementoya Herêma Kurdistanê hatine kirin, sê komîsyon ava kirine.
Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Yuregîrê di xaniyê malbatek ji Sûriyeyê de şewat derket û sê zarok jiyana xwe ji dest dan.
Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike
Rêveberê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku daxuyaniyên Ozgur Ozel girîng in û got ku divê ji bo çareseriyê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û CHP jî ji bo vê gotina xwe bêje.
Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire?
Dê ji bo partiyên siyasî yên benda hilbijartinê derbas kirin û ketin Meclisê, di sala 2025’an de 5 milyar û 68 milyon TL alîkariya xizîneyê were kirin.
Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in
Şêniyên gundê Pûranta Miksê diyar kirin ku piştî bi salan rêya gundê wan hatiye çêkirin û ew ji vê yekê gelek kêfxweş bûn e.