Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li 20 girtîgehan 40 serdan hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.
HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
Navenda Ragihandinê ya HSD'ê eşkere kir ku Tirkiyeyê 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. HSD'ê ragihand ku di encama êrişan de 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Dewleta tirk sûcê şer dike û siyaseta qirkirinê didomîne.”
Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
Çîroka ku girtî Huseyîn Ozen ji biraziyê xwe yê 10 salî re şand bi hinceta “ragihandina rêxistinî” hate astengkirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
Hat zanîn ku 30 cerdevanên li Farqînê yên nexwestin tev li êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê bibin, daxwaznameyên xwe yên îstîfayê radest kirin.
Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
Derheqê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin.
Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
Girtî Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî “pêvajoya nû” ya di rojevê de wiha got: “Gelê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî.”
DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
MYK’a DEM Partiyê têkildarî êrişên li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê demildest dawî li bombebarana li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn.”
Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
Parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin ji sala 2021’ê heta niha nikarin ji mafê berdana bişert sûd bigirin û wiha got: “Miameleyeke gelek xerab e. Ezyet li girtiyan tê kirin.”
Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
Abdullah Ocalan ku piştî 43 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ev peyam da: “Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”
Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, diyar kir ku gotina Devlet Bahçelî ya têkildarî “mafê hêviyê” ya li Meclisê girîng e û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû aktor di nava pêvajoyê de cih bigirin.
Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
Dewleta tirk stasyona gazê ya Siwêdiyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di êrişê de 8 karkerên stasyonê hatin qetilkirin.
Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
Dayikên Aştiyê banga piştevaniya ji bo danişîna doza ku jê girtî ne dê sibê bê lidarxistin, kirin.