ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN
ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN

Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin
Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin

Di nava 12 saetan de li Edeneyê di encama êrişan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê
Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek herêman hişyariya barîna zêde û bagerê kir.

Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin
Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin

Di îdianameya der barê cinayeta Narîn Guranê hat amadekirin de, ji bo ap Salîm Guran, dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran û cîranê wan Nevzat Nahtiyar de cezayê muebeda giran hat xwestin.

Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt
Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt

Pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re" ku li Şengalê hat destpêkirin, salek li pey xwe hişt.

DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike
DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike

DEM Partiyê diyar kir ku divê çeteyên siyasî, burokratîk û mafya yên li pişt “Çeteya Yenîdogan” bê aşkerekirin û xwest Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû û burokratên girêdayî wî yên ji komkujiyê berpirsyar girtin ji wezîfeyê bên girtin.

Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin
Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin

Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş metna “Em qêrîna jinan dibihîsin” da Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku çûbû serdanê.

Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin
Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê di 24’ê cotmehê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.

Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû
Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû

Pêş rapora otopsiya Serhat Temîzer ê ku roja der barê wî de biryara tehliyeyê hat dayîn û jiyana xwe ji dest da diyar bû. Di raporê de hat diyarkirin ku wê sedema teqez a mirinê di encama lêkolînan de were eşkerekirin.

Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Li navçeya Stewrê çar kesên duh hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê
Encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê PDK nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.

Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e
Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e

Hevberdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz ê li Sêrtê beşdarî komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” hat lidarxistin bû got: “Me civîna ewil a ku ji rizandina civakî re bêjin êdî bes e li dar xist.”

Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne
Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne

Nivîskar Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya di rojnameya Xwebûnê de bal kişand li ser geşedanên heyî û wiha got: “Ji bo ku dewleta tirk bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne.”

Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin
Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin

Şaredariya Îdirê da zanîn ku dê giliyê kesên heywanên mirî danîn Stargeha Heywanan a girêdayî şaredariyê bike.

Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e
Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e

Welatiyên tev li kongreya DBP’a Wanê bûn têkildarî “aştiya navxweyî” wiha gotin: “Heke Bahçelî û Erdogan qala aştî û çareseriyê bikin, divê bizanin ku muxatab birêz Ocalan e. Divê bi wî re hevdîtinan bikin.”

< 570 571 572 573 574 > Rupel 572 / 5.358