Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroza Pirsûsê de axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo rijandina xwînê bisekinîne û ji bo aştiyê gaveke mezin avêtiy. Ew xwedî wê hêz û qudretê ye ku aştiyê pêk bîne.”

Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayin.”

Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide

Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû ku îro hatibû binçavkirin, peyameke nivîskî şand û got: “Dê gelê me bersiva pêwîst bide kesên mafê mirovan dixwin.”

Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye

Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya di 23'ê Adarê de li Stenbolê bê lidarxistin zelal bû.

Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir

Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên Tîpa S’yê parve kir û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin û şert û mercên jiyaneke birûmet ji girtiyan re bên avakirin."

Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat vekirin.

Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin

Di Newroza Tetwanê de Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş axivî û nerazîbûn nîşanî operasyonên li Stenbolê da û wiha got: "Dibêjin bila Tirk û Kurd li kêleka hev nebin. Wê nikaribin pêşî li têkoşîna hêzên demokrasiyê bigirin."

Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje

Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Nisêbînê bi beşdariya hezaran pêk hat de Cigirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn demê de li hemberî banga Ocalan a dîrokî gav bavêje.

Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Newroza Wanê de bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, banga rizgariyê ya 85 milyon welatiyan e.”

Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Bang wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye."

CHP’ê banga çalakiyan kir
CHP’ê banga çalakiyan kir

Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel bang li hemû welatiyan kir ku saet di 14.00’ê de li pêşiya avahiyên rêxistinên bajar û navçeyan kom bibin.

Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da û got: "Ev operasyona siyasî di heman demê de li dijî me hatiye kirin. Lihevkirina Bajar sûc nîne, modeleke demokratîk e.”

Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin

Ji bo Newroza ku wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin amadekarî tên kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir û got ku ev Newroz wê bibe banga avakirina civaka demokratîk.

Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin

Li navçeyên Wêranşar, Stewr û Hewagê bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.

Gardiyanan milê girtî şikand!
Gardiyanan milê girtî şikand!

Girtiyê bi navê Ferhat Mûsa yê ji Herêma Federal a Kurdistanê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê tê ragirtin, di encama şîdeta gardiyanan de milê wî şikestiye.

< 339 340 341 342 343 > Rupel 341 / 5.358