Qers bi agirê Newrozê germ bû
Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî di pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê de axivî û got ku gel xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikeve û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî hemû provokasyonan hişyar bin û xwedî li banga sedsalê derkevin.”
Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
Tayîp Temel ê DEM Partiyî di Newroza Êlihê de axivî û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin encamek ji vê pêvajoyê dernakeve.”
Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza azadiyê ya Bazîdê de axivî û diyar kir ku hemû cîhan li ser banga Abdullah Ocalan diaxive lê îktîdar gavên pêwîst naavêje.
Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
Waliyê Silemaniyê Heval Ebubekir û heyeta pê re ku ji bo Newrozê hatin Amedê serdana Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
Endamên Însiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê, ji bo beşdarî Newroza Amedê bibin ji Enqereyê bi trenê ketin rê.
Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
HPG’ê ragihand ku tevî biryara “agirbestê” jî dewleta tirk di nava 5 rojan de li dijî herêmên Zap, Xakurkê û Metînayê hezar û 145 êriş pêk anîne.
Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê de li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilindkirin.
Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê dê sibe were lidarxistin. Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rihayê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûna hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir.
Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
Ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Geverê bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiyê.
Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
Li Êlihê bi hezaran kes tevî hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” beri bi qada Newrozê ve diherikin.
Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ji Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê yê berê Înan Kizilkaya û rojnameger Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya re cezayê hepsê hat birîn.
Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
Li navçeya Cizîrê bi hezaran kes ji bo hilkirina agirê Newrozê diherike qada pîrozbahiyê.
Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 87 kesan dest pê kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.