Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
Li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.
Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
Rojnameger-nivîskar Aykan Sever diyar kir ku li Sûriyeyê hevrîkiriya hêzan dest pê kiriye û got: “Niha ji bo pirsa dê kî li wir bibandor be du namzet hene. Yek ji wan namzetan Îsraîl û ya din jî Tirkiye ye. Hevrîkiya di navbera van her du hêzan de dest pê kir.”
Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û şilopyê kir.
Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
Di ser mirina Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin re 8 sal derbas bûn. Dayik Secan Kurkut a ku êşa wê hê jî wekî roja ewil e wiha bang kir: "Ji kerema xwe Kemal ji bîr nekin."
Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
Ji DEM Partiyê Yuksek Mutlu diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya li vir wê bê lidarxistin ji ber ku paytexta Tirkiyeyê ye girîng e û bang li hemû gelankir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li vir bibin.
Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Şirnexê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan di pîrozbahiyên Newrozê de gotin: “Em li pişt banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”
Têbiniyên Newroza Wanê
Kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Wanê bûn, bi dirûşemeya; ‘Bijî Serok Apo’ û vekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bangewaziya dîrokî xwedî derketin.
Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
Newroza bi heybet ya Wanê bi berzkirina dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
Polîsan êrişî CHP’iyên dixwestin binçavkirina Ekrem Îmamoglû protesto bikin, kirin. Di êrişê de 5 kes hatin binçavkirin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Çewligê de axivî û got: “Pêdivî bi hiqûqeke hemû gelan hembê dike heye. Pêdiviya gel bi civaka demokratîk û siyaseta demokratîk a di banga birêz Ocalan de heye.”
Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît ê ku dema nûçe dişopand di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bibîranîn.
Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
Li Mûşê gel tevî hewa sar jî li dora agirê Newrozê kom bû. Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Werin em nexşerêya Birêz Ocalan bigihînin her malê."
Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
TBB’ê piştî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, ragihand ku ji bo nirxandina geşedanan dawî dê li Stenbolê “Civîna Awarte ya Serokên Baroyan” li dar bixin.
'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di Newroza Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser banga Abdullah Ocalan: “Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin.”