Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku ku binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû girêdayî “rêxistina sûc” kir, daxuyaniyeke duyemîn da û ji ewil Lihevkirina Bajar weke hincet nîşan da û ji wir jî girêdayî KCK’ê kir.
Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
Dîroknas û Nivîskar Erdogan Aydin diyar kir ku eger Kurd bi Tirk, Ereb û Farisan re bibin xwedî maf û azadiyên wekhev wê aştiya herêmê pêkan be û ji bo vê yekê divê Kurdên li 4 parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin.
Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
Doç. Dr. Yucel Demîrer da zanîn dabînkirina şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan pêwîst e. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku hewldana Tirkiyeyê ya derbeyê ya li peymana li Sûriyeyê dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide.
Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran diyar kir ku beranberiyeke banga Abdullah Ocalan baro û saziyên sivîl in û got: "Ji ber vê yekê baro jî dikarin bi lihevkirineke ku her kes tê de heye gengeşiya destûreke bingehîn a nû bikin."
Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
Platforma Şopandina Azadiya Înternetê Netblocksê diyar kir ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû, li Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya dijîtal hatiye bisînorkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan dan.
Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji 19’ê Adarê heta 23’yê Adarê li seranserî bajar tevahiya çalakî, xwepêşandan û daxuyaniyan hatine qedexekirin.
Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye destpêkirin de ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin.
Newrozên dîrokî yên Amedê
Cejna Newrozê ku her sal li Amedê bi sed hezaran kesî dicivîne, bi peyamên ku tên dayîn û bi coş û heybeta xwe bala raya giştî ya cîhanê dikişîne.
‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
Nûnerê DBP'ê yê Herêma Çukurovayê Azîz Toprak û Nûnerê ÎHD'ê yê Çukurovayê Hakki Demîr, diyar kirin ku ji bo encamdana pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin ku divê dewlet dawî li êrişan bîne û êdî gavan biavêje.
'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
Sedat Akbay ê ku di dema Mazlûm Dogan de di girtîgehê de bû, diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya gelê kurd bi Mazlûm Dogan re bûye xwedî wateyeke nû û got: "Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan."
Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de der heqê 105 kesan de biryara binçavkirinê daye û ji bo Îmamoglû got “rêberê rêxistina sûc.”
Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
Artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişî wesayîteke YBŞ'ê kir. Di encama êrişê de yek jê giran 3 endamên YBŞ'ê birîndar bûn.
Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
Walîtiya Stenbolê ragihand ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû îstasyonên metroyê yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatine girtin.