Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
Polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz wesayîta zirxî dabû ser Şahîn Oner û qetil kiribû. Piştî cezayê hefsê yê 4 sal û 5 mehan hate betalkirin, dadgehê îcar cezayê wî daxist 3 sal û 4 mehan.
Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
Pîrozbahiya Newroza li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û peyamên piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re hatin dayin.
Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
Hate diyarkirin ku welatiyên ku xwestin li dijî êrîşa Artêşa Iraqê ya li Şengalê çalakiya protestoyî li dar bixin li nuqteyên kontrolê hatin astengkirin.
Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
Di yekemîn danişîna doza rojnamegera girtî Eylem Babayîgît de biryara berdanê hat dayîn.
HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
HDK’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû da û weke derbeyeke li dijî îradeya gel pênase kir.
3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û yên navçeyên wê Beylûkduzu û Şîşliyê yên CHP’î di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatin binçavkirin.
Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
Bajarê Wanê jî di nav de li 10 navendên cuda Newroz tê pîrozkirin.
Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da.
'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Xana Axparê bûn diyar kirin ku ew ê bi tevlîbûna Newroza Amedê bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: "Çavên me hemûyan li Newroza Amedê ye. Di 21 'ê Adarê de em ê hemû li erdê bin û bersivê bidin bangawaziyê."
Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû dan û diyar kirin ku ew ê qebûl nekin siyaset bi destê darazê were dîzaynkirin û dê îradeya gel biparêzin.
Li Wanê gel diherike qada Newrozê
Gelê Wanê ji saetên zû yên serê sibehê ve diherike Qada Newrozê.
Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
Serbestberdana girtiya bi navê Rozerîn Kalkan ku beriya niha 11 mehan hatibû taloqkirin, ji bo 11 mehan careke din hat taloqkirin. Rozerîn Kalkan diyar kir ku nameyeke ku jê re nehatiye dayin weke sedemeke sûcdariyê hatiye bikaranîn.
Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk banga tevlibûna Newrozê kir û got: “Em ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pîroz bikin.”
Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ser binçavkirina gelek kesan de ku Ekrem Îmamoglû jî di nav de ye wiha got: "Hedefgirtina lihevkirinên bajaran, siyaseta demokratîk û hevpariya siyasî, tolhildana têkçûna hilbijartinên herêmî ye."
Ji bo Newroza Mêrsînê bang
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrsînê Hasan Cîde ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de li navçeya Akdenîzê were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.