Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
Prof. Dr. Baskin Oran diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi demokrasiyê heye û got: "Yê ku destekê nade AKP'ê û qesrê, tên bêdengkirin. Pêvajo di hawirdoreke wiha de pêvajo nabe."
Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê Hasan Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin, tehliye bû.
Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
Ji bo Newroza Amedê ya sibê wê bê pîrozkirin amadekarî temam bûn.
Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
Di rojbûna Rojîn Kabaîş de bavê Nîzamettîn Kabaîş ku çû ser gora keça xwe diyar kir ku divê sûcdar demildest bên dîtin û darizandin.
DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê çû serdana ÎBB’ê û got: “Li cihekî demokrasî lê tune be, mirov nikare behsa aştiya civakî bike.”
Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan di Newroza Rihayê de got: “Gelê Kurd dixwaze li xakeke azad bijî. Kurd dixwazin nasnameya wan were naskirin û birêz Ocalan azad bibe.”
Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
Wekîlê DEM Partiyê Mîthat Sancar di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de axivî û got: “Têkoşîna aştiyê, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke pergaleke xwe dispêre wekhevia gelan were avakirin dê aştî bê.”
Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir gel vexwend pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Amedê were lidarxistin û wiha got: "Em bawer in ku em ê peyama birêz Ocalan a Newrozê guhdar bikin. Sibê Newroz dê ji milyonan re deriyê aştiyê veke."
Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
Di axaftinên Newroza Dêrsimê de li dijî binçavkirin, girtin û zextan banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
Li Erdexan, Tatos, Milazgir û Kerboranê gel bi coş Newroz pîroz kir. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: "Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye."
Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
Elîf Bulut a Dem Partiyî di Newroza Cizîrê de axivî û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû vekir.
Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Sêrtê de banga “Jidil bin” li îktîdarê kir û got ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gav bên avêtin.
Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
Li Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin û Newroza îsal bi Newroza xwedîderketina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
Di Newroza Semsûrê de Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû axivî û wiha got: "Ji me re dibêjin, 'gelo hûn ji wan bawer in?' Em ji vê feraseta darbekar bawer nakin, em bi hêza xwe bawer in."