Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
Hevşaredarê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê ji wezîfeyê hat dûrxistin, diyar kir ku qeyûm hemû xizmet dane sekinandin û ji bo ajovaniya serokê AKP'ê yê navçeyê bike kesekî xistiye kar.
Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
Çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de li Şirnexê têketin û derketina 11 herêman hate qedexekirin.
Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da û got: "Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne."
Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de ku di opeasyona li dijî HDK’ê hatibû binçavkirin û piştre hate girtin, hate amadekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 21’ê Gulanê de bê lidarxistin.
102 ciwan hatin berdan
102 ciwanên di protestoyên Saraçhaneyê de hatibûn girtin, hatin berdan. Biryara hefsa malê ya ji bo 25 kesan jî hate betalkirin.
Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
Hîvzullah Mutlu ku piştî 31 salan duh hatibû berdan, li bajarê xwe Farqînê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erdogan de bi dawî bû. Hevdîtin, saetek û 25 deqeyan domiya.
Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
Dewleta tirk bi balafirên şer dora gundê Xastuwî yê Dihokê bi balafirên şer bombebaran kir.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de dest pê kir.
Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket.
Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
Zeyit Şener ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hate kirin, bi buhayê 680 milyon TL'yî mal û milkên aîdî şaredariyê xist ber firotinê.
Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
Akademîsyen Levent Dolek jî di nav de der heqê 4 kesên ji ber çalakiyên li Saraçhaneyê hatibûn girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
Serhat Bulut ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, diyar kir ku li malbat û kesên ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û bertek nîşanî Wezaretê Dadê da ku digot “lêgerîna tazî tune ye.”
Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
Apê Yakûp Aydin ê ji aliyê Çawişê Pispor Selman Kuçuk ve hat qetilkirin Yunus Aydin diyar kir ku bi ti kesî re pirsgirêkên wan nîn e û wiha got: "Ev hovîtî ye. Ti carî nayê qebûlkirin.”