Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
Kesên di Komkujiya Gar a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayin di meha 14’emîn a komkujiyê de bi daxwaza edaletê hatin bibîranîn.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
Li Colemêrgê şevê din bager rabû û banê govekê tebiqî. 13 karik û 12 berxikên di bin kavilan de man mirin.
Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
Li gorî agahiyên destpêkê di qezaya ku li ser rêya Colemêrg-Wanê pêk hat de 8 kes birîndar bûn.
Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
Ji ber êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê ji bajar koç kiribûn. Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyane Efrînê û got: “250 hezar kes jî li benda vegerê ye.”
Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
Malbatên ku di şer de bi şewitandina gundên xwe neçar man koç bikin û xizmên wan hatine windakirin piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku dora gavavêtinê ya dewletê ye.
Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
Li gel biryara ‘îxlalkirinê’ ya DMME’yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hişyariya ‘biryara navberê’ da û banga Devlet Bahçeli derbarê ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de ti gav nayê avêtin. Rêxistinên maf û hiqûqî amadekariyan dikin da ku hişyariyek nû pêşkêşî komîteyê bikin.
MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di biryara xwe de banga Abdullah Ocalan “erênî” nirxand û zexta darazê ya li ser rojnamegeran û lêpirsîna der heqê ÎBB’ê de jî rexne kir.
'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
Parêzerên ÎHD û OHD’î diyar kirin ku berdana girtiyên nexweş ji bo pêvajoya heyî jidil pêş bikeve dê bibe gaveke cidî.
Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
Di kana madenê ya li navçeya Beypazariyê de hezaz çêbû û 13 karker birîndar bûn.
Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên ser Herêma Federe ya Kurdistanê didomin û anî ziman ku ji bo sekinandina êrişan berpirsyartî dikeve ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê.
'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
Xwendekaran diyar kirin ku ew ê boykota dersê bidomînin û gotin: "Eger me li hemberî qeyûman berxwedaneke xurt nîşan bida, îro ne li ser girtina Îmamoglû û ne jî li ser qeyûman nîqaşan dikirin."
Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
Saadet Oklu ya ku di pevçûnan de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: "Me wekî aliyê kurd her tişta ku ketiye ser milê me, me kiriye. Niha jî dora dewletê ye ku gav bavêje."
Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
Rojnameger Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel hatin binçavkirin.