Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn
Nivîskar Mehemt Serhat Polatsoy bi îdiaya “telîsê bombeyê” demekê di girtîgehê de ma. Li Polatsoy 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn û “rapora” dijîtal a ku dema Polatsoy girtî li ser yekî hatibû dîtin weke hinceta cezayê hat nîşandan.
Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin
Rojnameger Ziwer Şêxo bi hinceta ku li Sûriyeyê li herêmên Elewî lê dihatin qetilkirin weşan kiriye hatibû binçavkirin. Şêxo, got: “Ji hinek malbatan tenê yek kes mabû. Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin.”
Bi ser bangê re 46 roj derbas bûn: Yek ji gavan statuya Kurdî ye
Hevserokê KURDÎGEH’ê Mesût Kertîş diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide banga Abdullah Ocalan û got: “Hewceye dewlet demildest gavan biavêje. Yek ji gavan jî statuya zimanê Kurdî ye.”
Ji bo girtiyên nexweş bang kir: Divê dewlet gavan biavêje
Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Şafî Hayme ku 3 sal û nîvan bi girtiyê nexweş Soydan Akay re di girtîgehê de mabû, diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Dayikan bang li îktîdarê kirin: Demildest Ocalan berdin
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku Abdullah Ocalan were berdan.
Xwestin Akay û Aladag bên berdan
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, daxwaza berdana girtiyên nexweş Soydan Akay û Emîn Aladag hat kirin.
Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
Cenazeyê siyasetmedar û nivîskarê kurd Îbrahîm Sungur li Goristana Akkopruyê hat veşartin.
Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û ji bo darizandina faîlan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin ba hev.
Li Colemêrgê mirineke biguman
Hamide Değirmencî li Colemêrgê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û di bombebarankirina SÎHA'yan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak diyar kir ku ger ji bo "mafê hêviyê" sererastkirin neyên kirin ew ê rewşê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Çakmak got ku amadekariyên serlêdana giştî ya li Meclisê dikin.
Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
Abîdeya ku ji bo kesên di Komkujiya Gara Trenê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû çêkirin, hat texrîbkirin. Malbatan diyar kir ku berê jî êrişên bi vî rengî çêbûne û bertek nîşanî nedîtina kiryaran dan.
Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
Rojnamegerên ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn tên darizandin wiha gotin: " Em ê bibin ziman û çalakiya heqîqetê û em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."