Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
Ahmet Başboga û Şakir Akkurt piştî 32 salan hatein berdan.
Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
Danişîna ewil a doza 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanan ku bi boneya protestokirina qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tên darizandin, hat lidarxistin. Danişîna dozê ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
Ji kesên bi boneya çalakiyên li Saraçhaneyê hatin girtin ji bo 59’an biryara tehliyeyê hate dayin.
Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
TJA’yê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan bi van gotinan bi bîr anî: “Em ê hêviyên aştî û azadiyê yên hemû dayikên xwe, bi avakirina civaka demokratîk tacîdar bikin.”
'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehê Tîpa S û Y’ê û xwestin ev girtîgeh bên girtin.
Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
Îstîxbarata rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd binçav kir.
Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li Sakaryayê di maleke prefabrîk de şewat derket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
Komeleya Çandê ya Elewî Bektaşî ya Bodrumê bertek nîşanî komkujiya li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tê kirin da û giliyê kesên piştgiriyê didin vê komkujiyê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtina ku dê li Ummanê bi DYA’yê re bê kirin, wiha got: “Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê.”
Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
Ramazan Karataş ku 32 sal bûn di girtîgehê de bû, hate berdan.
Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
Vedat Demîr ku hevalê wî Yakup Aydin ji hêla çawişê pispor Selman Kuçuk ve hate qetilkirin, wiha got: “Piştî kuştina Yakup ji bo kuştina min dîsa vegeriya lê nedît.”
Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di mejiyê wî de tumor hatiye tespîtkirin, carekê emeliyata dil, carekê ya kataraktê, du caran emeliyeta gurçikan bûye û rexa wî ya çepê jî felc bûye. Hat zanîn ku rewşa Çam giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
Meral Z. ku rastî zext, gef û tundiya sîstematîk a Kadîr Onur Kenter dihat, 14 caran gilî kir lê tevek jî bêencam man. Meral Z. diyar kir ku necezakirin cisaretê dide zilaman û asta tundiyê zêdetir dike.
'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku dewlet û desthilat li ser banga Abdullah Ocalan hê gav neavêtine û got: "Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên."
Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
Rêveberên Komeleya DADSAZ'ê ya ku li Wanê ji bo pêşxistina wêjeya hiqûqî ya kurdî û belavkirina xebatên xwe yên di warê hiqûqê de li Wanê hatiye avakirin, destnîşan kirin ku ji bo Kurdî di warê hiqûqê de pêş bikeve tevkariyê bikin.