Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê serbest hat berdan.
Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
Şahla Pîrastah a ku li ser nifûsa Îranê ye û nêzî 8 sal in li Amedê dijî, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekir û berê gefê lê hatibûn xwarin, tê dersînorkirin.
Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê.
'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê xwest ku xwendekarên di protestoyan de hatin binçavkirin û girtin bên berdan û got: “Daxwazên xwendekaran, daxwazên me ne.”
Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk didomin û di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hefsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn.
Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
Der barê Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
Der heqê 7 rojnamegerên protestoyên li Stenbolê dişopandin doz hate vekirin. Di îdianameyê de ev îdiaye hate kirin: “Tu tespîtên ku li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê meşandibin nehatine kirin.”
Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst avêtiye û got: “Hewceye zemîna qanûnî, siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê bê amadekirin û pêwîstiyên wê bên cîbicîkirin.”
Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi wesîleya cejnê li Îmraliyê hevdîtin kir û got mamê wî Abdullah Ocalan jê re got: “Hêviya min heye, ez ê heta dawiyê vê pêvajoyê bidomînim."
Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya meteorolojiyê, li bendê ye ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin.
Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
Di 3 mehên dawîn ên salê de rêjeya tijîbûna girtîgehan 14 hezar û 478 kes zêde bû. Hejmara girtiyên li girtîgehên ku kapasîteya wan 299 hezar û 940 e, bi zêdebûna dawî re gihîşt 398 hezar û 694 kesan. Bi vê hejmarê re kapasîteya heyî ya girtîgehan 98 hezar û 754 kesan derbas kir.