Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
Serdar Akay diyar kir ku bavê wî Latîf Akay ê 65 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê dimîne nikare bimeşe û li ber mirinê ye û xwest ku ji bo bavê wî bê dermankirin divê bê berdan.
TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
Rêveberê TUAY-DER a Çukurovayê Lokman Şaman diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan, bi taybetî yên der barê mafê tenduristiyê de berdewam dikin û got ku divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê werin dîtin.
Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
Mihrîcan, mitîng û meşên ku Platforma Saziyên Demokratîk li Cizîr, Tetwan û Dêpê di çarçoveya Civînên Civaka Demokratîk de dabûn destpêkirin, wê li 13 bajarên din berdewam bikin.
Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Alî Riza Arslan ku kurê wî di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan hestiyên wî hatin radestkirin, got: "Ew kesên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr in, aştiyê dixwazin."
Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de li 12 jinên girtî bi sedema protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cezayê disiplînê hate birîn.
Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
Konseya Bajar a Wanê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên bajar, bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya. Di civînê de peyama xwedîderketina li banga Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet hate dayin.
Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
Zaroka bi navê Elîf Korkut a 8 salî ku hat îdiakirin li bajarokê Gîte yê Silopiyayê kete Çemê Hezilê, jiyana xwe ji dest da.
Ji ber birîna ceyranê rê girtin
Welatiyên Sêweregê ku 3 roj in ceyrana wan hatiye birîn, li pêşiya Midûriyeta DEDAŞ’ê ya navçeyê çalakî li dar xistin û rêya Amed-Sêweregê ji trafîkê re girtin.
Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 8’ê Tebaxê de were lidarxistin.
Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, 600 hezar metrekareyên erseyê da ber firotinê. Hevşaredaran bang kirin ku kesek nekeve îhaleyê û li hêla din TSO ya Wanê ji bo têkevin îhaleyê peyam ji endamên xwe re şand.
Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya rêxistina Şirnexê de axivî. Bayindir, diyar kir ku bi pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re bêhtir nêzî azadiyê ne û got ku yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û mezinkirina xwebirêxistinkirinê dê bi ser kevin.
Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi îdiaya “qeyda arşîvê neyînî ye” 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên AKP’î girt kar.
Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
Li Taxa Huzurevlerî 2 kesên ku xwe wek polîs dan nasîn gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Yunus Emre Yeşîlmen xwarin, sîxûrtî ferz kirin. Yeşîlmen têkildarî gef û ferzkirina sîxûrtiyê serî li ÎHD’ê da.
Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
Mûstafa Karasu diyar kir ku li Meclisê avakirina komîsyonê girîng e lê divê karê ewil ê komîsyonê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re be. Karasu, got: “Heta ku bi Rêber Apo re nîqaş nekin û pê re neaxivin, ev komîsyon dê gelek fonksiyonî nebe.”