Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û hêzên navneteweyî re didomin û got: “Bi Sûriyeyeke nenavendî re dê hemû alî qezenc bikin.”
Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
Duh di derengiya şevê de li dijî Şaredariya Pirsûsê bi keviran êriş hate kirin. Êrişkar hate binçavkirin.
Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
Di civînên gel de ku dê ya 280'emîn li Amarayê lidarxistin, baweriya bi Abdullah Ocalan, banga wî û daxwaza gav avêtinê ji dewletê derketin pêş.
Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
Şêniyên gundê Barê yê navçeya Xana Axparê ku ceyrana wan hate birîn, rêya di navbera Amed-Mêrdînê de li trafîkê girtin.
Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
Rêxistinên ku piştgiriyê didin malbatên girtiyan ji bo girtî bên berdan, gotin: "Dewlet jî di nav de divê her kes ji bo pêvajoyê destê xwe dirêj bike."
Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
Şêniyên gundê Îdeyê, bi salan ji bo ceyrana wan û rêyên wan bên çêkirin serlêdan kirine lê heya niha tu daxwazeke wan nehatiye pêkanîn.
Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
Gelê Amedê der barê komîsyona ku li meclisê hat avakirin axivîn û destnîşan kirin ku ji bo demokratîkbûnê divê guhertinên destûra bingehîn werin kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyand ku di rojên dawî de hin nivîsên li ser navê "nîşeyên hevdîtinê" ku wekî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin û li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin dûrî rastiyê ne.
Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê li Amed, Wan û Şirnexê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin. Rêxistinên ziman girtina komeleyê wekî "berdewamiya asîmîlasyon û înkarê" bi nav kirin.
Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
Îlham Ehmed, diyar kir ku avakirina Sûriyeya nû, bi naskirina nasnameya hemû pêkhateyan pêkan e û wiha got: "Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya avakirina Sûriyeya nû de bi cih bîne.”
Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
Hevserokê Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat Serhat Yilmaz bertek nîşanî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê da û got: “Gelê Kurd heta maf û azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîna xwe bidomîne.”
Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
Danişîna ewil a Şaredarê ÎzBB’ê Tunç Soyer jî di nav de 65 kesan dê di 19’ê Îlonê de bê lidarxistin.
HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
HSD'ê, ragihand ku îro komên girêdayî hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gundê Îmam ê Dêr Hafirê êrişî nuqteyên wan kiriye û piştî êrişê pevçûneke 20 deqeyan rû daye.
Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civîna komîsyonê, bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya.