Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
Delal Tekdemîr a 68 salî ku her du çokên wê jî bi protez in, bi hinceta “beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye” û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta “beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye” berdana wê hat taloqkirin.
'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
Hevserokên DBP’ê yên Erzirom û Mûşê, bal kişandin ser daxwazên ku di Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de derketine pêş û gotin: "Di civînên me de tişta ku civak hêvî dike ew e ku hikûmet gavên zelal biavêje."
Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
Komîsyon a ku li meclisê hat avakirin dê roja înê İbrahim Kalin, Yaşar Guler û Selçûk Bayraktaroglû guhdarî bike
Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
AYM'ê der barê 11 rojnamevanên ku di dîrokên cüda de hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan de, biryara binpêkirinê da.
Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” li komîsyona li Meclisê hate kirin.
Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Navendî, di sala 2024’an de li girtîgehan herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin.
Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, bi biryara Wezareta Karên Hundir li erka xwe hate vegerandin.
Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
Aktivîstên kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihandin ku li Îranê di heftiyekê de 30 kes hatine darvekirin.
Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di civîna komîsyona li Meclisê de axivî, bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Cîbicîkirina mafê hêviyê, di heman demê de mecburiyeteke cîbicîkirina hiqûqê ye.”
'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amedekariya "Konferansa Yekhelwestiyê" dikin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di divîna komîsyona Meclisê de axivî û diyar kir ku hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf jî bihewîne û got: “Divê rêveberiyên xwecihî jî di pêvajoyên biryardayînê de hebin.”
Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
Welatiyên gundê Barê yê Xana Axpar ku ceyrana wan daxistine fazekî, piştî çalakiya rêgirtinê li pêşiya qeymeqamtiyê çalakiya xwe domandin û daxwaza bildkirina fazên ceyranê kirin.
Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
Nûman Kurtulmuş, di civîna komîsyona li Meclisê de axivî û got: “Êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin. Gelên ji hev hatine qutkirin heq dikin ku hevdu bi dengekî bilindtir bibihîsin.”
'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
Hevserokê ÎHD'a Agiriyê Azad Akbûlût têkildarî komîsyona ku li meclisê hat avakirin axivî û diyar kir ku divê li dijî binpêkirinan reformên binesazî bên çêkirin.