'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
Gelên di “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan” de axivîn diyar kirin ku çareserî hevgirtin û yekhelwestî ye û dan zanîn ku ew ê Sûriyeyeke nenavendî ku hemû pêkhateyan hembêz dike bi hev re ava bikin.
Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
Rojnameger Denîz Firat ku di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, di sala 11’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
Nûnerên Elewî û Durziyan ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyam şandin û bal kişandin ser yekitî û hevgirtinê.
Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
Di kampanya îmzeyan a li dijî talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê hat destpêkirin de, di nava 10 rojan de 8 hezar 200 îmze hatin komkirin.
Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza cînayeta Narîn Guranê de bên erêkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got ku piranîparêziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne gef e lê jêdera hêzê ye û got: “Heta mafên hemû pêkhateyan neyên naskirin Sûriyeyeke nû ava nabe.”
HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê berdewam in.
Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
Ji bo bîranîna rojnameger - nivîskar Huseyîn Denîz ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, dê bi dirûşma “Em bîra xwe diparêzin” pêşangeha seramîkan were vekirin.
Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
Odeya Bijîşkan a Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku birîna ceyranê ya li Sêweregê yekser bandorê li tenduristiya gel dike û hişyarî da.
Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
Komên Xurek û Kontrolê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê, di venêrîna li navçeya Silopiyayê de 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bi hîjyen îmha kirin.
Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” li Amedê daxuyaniyê dide.
Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku çareseriya şerê heyî bi misogerkirina maf û azadiyên her kesî pêkan e. Bakkalci, ji bo komîsyonê çendek pêşniyar kir û got heke Tirkiye bi peymanên navneteweyî bike dê pêşiya pêvajoyê vebe.
Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
Nazli Sancar ku keça wê Şeyma Sancar di Nîsana 2022’yan de li Çiyareş ê Zapê di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, banga “teslîm bibe” li keça xwe kir. Medyaya AKP û PDK’ê jî ev banga sosret kir manşet.
Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
Nivîskar Kuban Kural diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gelê Çerkes hêviyek e û çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesên li vê herêmê ye.