Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dilê wî xistiye, diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wê xirab bûye û yekem çalakiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, divê berdana girtiyên nexweş bûye.
Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: "Ez te wisa bi rihetî bernadim."
Li Dihokê goreke komî hate dîtin
Li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê goreke komî ku cenazeyên 7 kesan tê de bûn, hate dîtin.
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Ozgur Ateş binpêkirinên di nava 6 mehan de li bajar hatine kirin vegot û anî ziman ku ev binpêkirin gefê li mafên xweîfadekirin, xwebirêxistinkirin, azadiya geriyanê û mafê jiyanê dixwin.
Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
Rojnameger Rahîme Karvar bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan. Bi hinceta ku Rahîme Karvar tev li danişînê nebûye, biryara xistina kelemçeya elektronîk hate dayin.
Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
Abdulkerîm Varişli ku yek ji girtiyên nexweş bû û tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan.
Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
Meclisa Dayikên Aştiyê ragihandin ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
Endamê 5’emîn ê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yê DEM Partiyê bû Wekîlê Stenbolê Celal Firat.
Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser komîsyona li meclisê hatiye avakirin û pêvajoyê û got: “Hewceye em pêvajoyê weke pêvajoya guherîn û veguherînê ya her du aliyan bibînin. Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye.”
Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
Gardiyanên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ji ber piştgiriya dide pêvajoyê heqaret li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kirin û sergardiyan jî gef li girtiyan xwar.
Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
Kovara Demokratîk Modernîteyê ku her 3 mehan carekê tê weşandin, vê mehê bi manşeta “Aştî û Civaka Demokratîk” derket.
Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
Siyasetmedar û nivîskar Abdulbakî Erdogmuş diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Abdullah Ocalan e û got: “Mimkin nîne komîsyon bi paşguhkirina Ocalan mutebeqetekê bi dest bixe. Divê şande biçe Îmraliyê.”
'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku îktîdar di mijarên girtiyan, Abdullah Ocalan û qeyûman de xwe bêdeng dike û got: “Ma dê heta kengî bireve? Şertên heyî dê bikin ku ji mecbûrî gavan biavêjin.”
Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
Îffet Mûtaş ku di dema şer de bav, du bira, birazî, kur û keça xwe winda kiriye, got: "Wekî kesekî ku êşa du xwişk û bira, du zarok, dayik, bav û biraziyê xwe Mazlum Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin."