HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji bo ku 8'ê Adarê weke betlaneya fermî bê îlankirin pêşniyarqanûnek da meclisê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, diyar kirin ku piştî Şoreşa Rojava li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye û ev tişt gotin: "Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."
Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
Jinên parastvanên mafên mirovan, diyar kirin ku wê di yekemîn salvegera Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de li ber Edliyeya Rihayê bin û banga tevlîbûna nobetê kirin.
Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
Li Kolana Sakaryayê, polisan êrişî jinên ku derbarê 8'ê Adarê de daxuyanî dan kirin û herî kêm 5 jinan binçav kirin.
Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
Li Stenbolê jinan bi boneya 8'ê Adarê hevdîtinek mezin li dar xist. Di metna hevpar a li ser navê rêxistinên jinan hat xwendin de ji bo siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tugluk û jinên girtî yên nexweş azadî hat xwestin.
Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
Bi hezaran jin, bi şîara "Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî qrîz û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" li Anitparqê hatin gelhev.
Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê bi beşdariya Hevseroka xwe Giştî Eren Keskîn panela “mafê jinan” li dar xist. Keskîn got Ewropa şirîkê hemû sûcên li Tirkiyê ye.
Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
Li gelek bajaran jin daketin qadan û diyar kirin ku ew bi ruhê coşa 8’ê Adarê dê biherikin qadên Newrozê. Jinên Cizîra Botan jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê meşek li dar xistin.
Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
Seroka Komeleya Jinan a Starê Dîlan Kûnt, diyar kir ku li Wanê di mehekê de 4 jin hatine qetilkirin. Kûnt, bal kişand ser sûcên ku tiliya kesên biunîforma û got: "Em ê dev ji kiryarên tiliya wan di sûcên li hemberî jinan de bernedin û wan teşhîr bikin."
Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
Rojnamevanên jin ku bêyî guh li gotinên wekî "wê mêr bêjin çi" dinivîsin, diyar kirin ku bi nûçevaniya xwe hem di çapemeniya muxalif, hem jî di çapemniya hewzê de guherîneke mezin afirandine.
20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
Şîlan Dora ku 20 sal in di çalakiyên 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê got: "Hîseke bêhempa ya dikên 8'ê Adarê heye. Ji lew re tu li wir ji bo azadiya jinên nayên hesibandin, tahde li wan tê kirin distrêyî."
Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî.
‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, jinan li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê daxuyanî dan. Çalakvanan diyar kir ku bi polîtîkaya dijminane nêzî girtiyên nexweş dibin û wiha hat gotin: “Girtî li hundir û em jî dê li derve li ber xwe bidin.”
Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
Jin li gelek bajaran çalakî û şahiyên 8’ê Adarê li dar xistin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî pergala serdest a zilaman kirin.
Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
TJA, ANYAKAY-DER û EGE TUHAYDER’ê li pêşiya Girtîgeha Şakran a Alîogluyê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tecrîd bi dawî bibe û girtîgeh bên valakirin.