Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan li Cizîrê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kiribû. Tevî vê yekê jî dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li tacîzkar Ercan birî. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev nêzikatî “polîtîkaya şerê taybet a dewletê” ye û bi vî rengî jî tacîzkar û tecawizkar tên xelatkirin.
Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
Endama Jin bi Hev re Bihêz in Tûlay Korkutan anî ziman ku bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî û wiha got: “Piştevaniya me dê dîwarên girtîgehan hilweşîne.”
28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
Di çalakiya Xizmên Windayan de li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglu yê 28 sal berê hatibû windakirin hat pirsîn. Kekê wî Îhsan Babaoglu got: “Kujerên birayê min diyar in.”
Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
Şêwira Jinên Kurd ku îro li Silêmaniyeyê bi tevlibûnan jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibû lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû.
Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
Şêwira jinên kurd bi tevlibûna gelek jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşmeya "Qirkirina jinan bi dawî bikin" dest pê kir.
Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
Sibe dê bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, li Silêmaniyeyê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin.
DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
DAKAP’ê da zanîn ku ji ber tundiya polîsan a di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de dê gilî bikin. DAKAP’ê wiha got: “Em ne dê li hemberî zexta we serî bitewînin û ne jî dê polîtîkayên we qebûl bikin.”
Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
Di daxuyaniya ku ji bo 13 jinên ji Doza Kobanê tên darizandin de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got: "Bi rêbazên xwe yên têkçûyî û berê jî hatine ceribandin hûn nikarin bi jinan gavê paşde bidin avêtin."
Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê ev 15 sal in girtiye û îşkenceyên giran lê hatine kirin bi rêya nameya ku şand wiha got: "Zalim tenê dixwazin ez poşman bibim. Ez ê çawa li dijî ewqas zilaliyetê û îşkenceya li min hatiye kitin tobe bikim? Zalim çiqas zilmê û îşkenceyê zêde bikin ez ê ewqas zêdetir bibim leheng."
Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
Jinên ku tevlî mitînga 8'ê Adarê ya Wanê bûn, diyar kirin ku wê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin û ev tişt gotin: "Em ê azadiya Ocalan û girtiyên nexweş biqîrin"
Li Konyayê jinek hat kuştin
Li Konyayê Marziye S. a ku dê ew û hevjînê xwe dev ji hev berdana ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
Li Antalyayê, 5 jê parêzer 40 kesên ku di Meşa Femînîst a Şevê de polisan wan binçav kiribûn hatin berdan.
Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
Bi hezaran jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst bi berzkirina dirûşmeya "Dê ev serîhildan neqede" li Taksîmê li hev kom bûn, dets bi meşê kirin.
Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
Li Silopiyayê bi bi hezaran jinên ku tevli mitînga 8’ê Adarê bûn, bang kirin ku wê tecrîda li Îmraliyê bişkînin.
Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
Mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê ku bi meşeke girseyî bi dawî bû. Di dema meşê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.