Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di mitînga 8’ê Adarê ya Amedê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ê bi sekna xwe ya qewîn tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin.”
Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
Jinên Mêrdînê li Nisêbînê 8’ê Adarê pîroz kirin û bênavber dirûşmên azadiya Ocalan berz kirin. Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr aivî û got: “Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakirin.”
‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
Li Dêrsimê jin bi coşeke mezin daketin qadan. Di mitîngê de peyama Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî hate xwendin. Platformê di peyama xwe de destnîşan kir ku qîrîna 8’ê Adarê ya jinên kurd a ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi xwe re yekitiyê tîne.
ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
Kmîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Rapora Binpêkirina Mafên Jinan a Herêma Egeyê eşkere kir û ragihand ku di sala 2021’an de li vê herêmê herî kêm 683 binpêkirinên mafan qewimîne.
Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
Zilamek li Amedê tacîzî zarokek keçik kir. Xelkê hêrsa xwe nîşanî tacîzkar da. Polîsan tacîzkar binçv kir.
Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
Bi hezaran jin barîqatên astengkirinê yên polisan derbas kirin û Qada Stajyên têje kirin. Jinan li qadê bi yek dengî dûrişmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.
Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
Jinên ku li Amedê, ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Stasyonê, bi kincên xwe yên rengîn azadiyê diqîrin.
Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
Li navçeya Silopiyayê, jinên ku bi cil û bergên rengîn li qada mîtingê li hev kom bûn, bi awayekî coş 8'Ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.
Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
Jinan li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Jin xwedî li têkoşîn û azadiya xwe derdikevin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide.
Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
Perwerdekara xweparastinê Buşra Yeşîlbaş, diyar kir ku xweparastin ji hewldaneke fizîkî wêdetir, hewldaneke li hemberî hemû awayên tahdeyê ye û tekane rêya li hemberî pergala nêrza ya vê têkoşînê wekî "sûc" nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûyîn e.
Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
Rêvebera OHD'a Wanê Leyla Kaplan, anî ziman ku tu eleqeya rastiyê û rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" ya derbarê Aysel Tugluk de bi hev tune ye û got: "Em ê li dijî îqtidara ku dixwaze pêşengên têkoşîna jinan bitepisîne, ji bo berdana girtiyan tim biqîrin."
Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
Girtiyên PKK’î û PAJK’î ji bo 8’ê Adarê daxuyanîiyeke nivîskî dan û ev tişt gotin “Li ser esasê regeza Bîrdoziya Rizgariya Jinan a Rêbertiya me, divê zindan di serî de em li her derê nêrîna jinan serwer bikin.”
Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
Meclisên Jinan ên HDK’ê bi boneya 8’ê Adarê peyamek parve kir û wiha got: “Weke jinên ku mohra xwe li dîroke xistine, em ê cihê xwe di nava berxwedan û têkoşînê de bigirin. Êdî hîn bibin; em naçin û xelas nabin. Em ê bi ser kevin.”
Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya îro li Amedê hate dîtin. Parêzera Kaya, biryarên xerakirinê yên îstînafê ku ji bo du rêveberên komeleyê yên di dosyayên cuda de dihatin darizandin, pêşkeşî dadgehê kir.
Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
Ji bo JINNEWS'ê ku bi şîara "Bi pênûsa jin di şopa heqîqetê de" hat avkirin, bi etîketa "#jinnewshakikatinizinde (jinnewsdişopaheqîqetêde)" li ser medya sanal wê xebata hashtagê bê kirin.