Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in

TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jin daketin qadan û daxwaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.

Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
Bûldan: Dem dema azadiya jinan e

HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Civîna Koma Jinan li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku dem dema azadiya jinan e û wê jin vê pergalê biguherînin.

Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê

Rêxistinên jinan ên Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sûra Amedê daxuyaniyek dan, ligel astengiya polîsan jî belavok belav kirin û ji girtiyên jin re kart şandin.

Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome

Jina kedkar Meral Akdaş ku 297 rojan ji bo mafên xwe li ber Flormar Kozmetîkê li ber xwe da, niha jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê berxwedana xwe didomîne. Akdaş, dibêje ku dê têkoşîna 8'ê Adarê heta hetayê bidomînin.

Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
Jinan ji girtiyên jin re qert şandin

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên ragirtin re, qert şandin.

Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin

Endamên Meclîsa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.

Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan

Jinên ku îsal daxwazên xwe yên 8’ê Adarê rêz kirin, bang kirin ku ji bo azadiya Ocalan û berdana girtiyên nexweş hemû jin dakevin qadan.

Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin

Li Herêma Federal a Kurdistanê ku tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinan herî zêde lê diqewime, jin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye û got: "Em ê bi ruhê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.”

Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye

Li Îranê ku piştî Şoreşa Îslamê qanûn û rêgezên heyî li gorî berjewendiyên zilaman hatin danîn, ji sala 1980’an heta niha hemû çalakiyên 8’ê Adarê tên qedexekirin. Jina femînîst Bahar Hasanî dibêje, jinên ku êdî tehemûl nakin “rûmet” û “namûsa” hinek kesên din bên hesibandin, tevî hemû qedexeyan jî dê îsal li qadan bin.

Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin

Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê dê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 28’ê sibatê de bide.

Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê

Aygul Dokû bi lêv kir ku xwişka wê Gulistan Dokû di her 8’ê Adarê de dowiza “Tu qîr bike ku tundî raweste” vedikir û diyar kir ku wê ji niha û pê ve ew pankart di destê wê de be.

Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin

Jinên ku ji ber qeyûmên tayinî Şaredariya Bismilê hatin kirin du caran karê wan hatin xespkirin, 2 sal in bi hevkarî dixebitin û bi vî awayî hem li ser pêyan disekinin hem jî pê debara xwe dikin.

DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir

Platforma Dîcle Amedê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Platformê di daxuyaniya xwe de banga tevlibûna çalakiyan kir.

TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin

TJA starta çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Garîbe Gezer li Kerboranê da. Jinan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Garîbe Gezer û Denîz Poyraz her mezintir bikin û xwestin tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.

Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bertek nîşanî hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re dan û wiha gotin: "Kî li ser gelê xwe zilmê bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil serê wî diçe. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê."

< 194 195 196 197 198 > Rupel 196 / 395