Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha sibatê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 26 jin û 7 zarok jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
Li Berdeqareman a Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di şahiyê de jinan banga azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û li ber stranan govend gerandin.
Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Emîne Sapmaz li Menemen a Îzmîrê hate qetilkirin. Tê gotin ku Sapmaz, ji hêla hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin.
Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya da zanîn ku dê bi dirûşma “Li dijî tundiya mêr û dewletê, li dijî krîz û xizaniyê, bijî 8’ê Adarê” bi jinan re bicivin. Kahya, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide têkoşîna wan têk bibe lê dê ev miraza wan hasil nebe.
Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
Xebatên ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê didmin. Jinan got: "Dema koletiyê qediya. Êdî dem dema têkoşîn û azadiyê ye. Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê."
Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
Jinên astengdar behsa zor û zehmetiyên xwe yên ku li bajêr bi wan re rû bi rû dimînin kirin û gotin: "Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin."
'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
Jin li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê li dar xistin û gotin: “Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê.”
Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
Dozger di danişîna doza rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de ceza xwest.
Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
Jinan li navçeya Hezexê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û daxwaz kirin ku jinên girtî bên berdan.
Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîham Loka diyar kir ku jinên Rojava niha jî ji bo azadiya tevahiya jinên cîhanê tedikoşin û got: "Avakirina şoreşê nayê wê wateyê ku me azadiya xwe bi dest xist û her tişt rehete. Em niha jî ji bo azadiya xwe û tevahiya jinên cîhanê têdikoşîn û di vê oxirê de jî bedelên giran didin."
Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
Jinên êzdî ku li Şengalê dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kirine gotin: "Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin."
Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
Jinan, diyar kir ku ne li kuçeyan, ne li malê û ne jî li zanîngehê xwe ewlehî tune ye û gotin: "Heya sêmendiya daraz, mêr û dewletê hebe, wê ewlehî tune be."
Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
Li gelek navendan çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Jinan got ew ê coşa 8’ê Adarê bibin 21’ê Adarê û agirê Newrozê geş bikin.
Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê gazî jinan kirin û gotin: "Bila jin serî rakin, çavên xwe vekin da ku dinya dengê me bibihîze”.
Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
Jin dê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê li hev kom bibin û li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê daxwazên xwe biqîrin.