‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de ên herî zêde hedef tên girtin jin in û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo pêvajoya dema berxwedana jinê ye.”
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî endamên partiyê yên hatin girtin daxuyaniyek da. Meclîsa Jinan diyar kir ku desthilat bi polîtîkaya şer haziriya çûna xwe dike û got: "Dê tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku di siyasetê de hebûna jinan tamûl nake, bi bin bikeve û dê jin bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin."
‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî jinên ku li Silopiya, Xarpêt û Wanê hatine qetilkirin daxuyanî da û wiha got: “Jinên kurd hem ji ber zayenda xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e.”
HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
HDP dê di Konferansa Jinan a Navendî ku dê beriya 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar bixe de têkoşîna jinan a serdema nû û geşedanên siyaseta giştî nîqaş bike.
Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
Cenazeyê jineke qetilkirî di nava bendaveke 300 mîtroyan nêzî qereqola leşkerî de hat dîtin. Tê payîn ku leşkeran tecawizî wê kirine û piştre jî kuştine.
Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
Parêzer Sezen Ezer diyar kir ku biryara Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de destkeftiyeke têkoşîna jina ye û got: "Heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome."
Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
Hat hînbûn ku kujerê Sakîne Kultur, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin, di sala 2018’an de hevjîna xwe ya dest ji hev berdane ku tundî lê kiriye, hewl daye bi çekê qetil bike.
Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
Dayika Aştiyê Turkiye (Turkan) Îldem ku yek ji xwendekarên Apê Mûsa bû û çendek roj berê jiyana xwe ji dest da, di 85 salên emrê xwe de her tim li dijî sepanên derqanûnî yên dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir.
Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
Jinên ku beşdarî şîna Sakîne Kultur bûn diyar kirin ku kesên biunîforma cesaretê ji polîtîkaya necezakirinê digirin. Her wiha li Edeneyê jî jinan daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku dê hesaba hemû cînayetan ji kujer û berpirsyaran bipirsin.
Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Bayrakliyê jina bi navê Ayşe Ayçîçek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
Delegeyên ku tev li Konferansa Jinan a HDP'ê bûn, diyar kirin ku li dijî şer û êrişan çareya tekane berxwedan e û ev tişt gotin: "Destpêkê wê êrişî kesên li ber xwe didin û piştre wê dor bê herkesî. Ji bilî yekkirin û têkoşîna bi hev re rêyeke din nîne."
Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetilkirina Sakîne Kultur dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikin hedef û bang kirin ku divê li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn.
Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
Berdevka TAJÊ’yê Sebîha Sebrî anî ziman ku bedel çi bibe bila bibe dê jinên êzdî Şengalê radestî dagirkeran nekin û wiha got: “Dê xewn û xeyalên wan di qirika wan de bihêlin. Em ê destûr nedin ku dagirker bikevin Şengalê.”
Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
Ji avakarên Hewldana Ji Bo Aştiyê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li dijî şerê AKP'ê yê li hundir û derve barekî mezin dikeve ser milê jinên û got, pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye.
Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
Di doza derbarê kuştina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekînê de heyeta dadgehê dîsa biryar neda û doz taloqî 20'ê Hezîranê kir.