Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
Jinên ji Partiya Çepê li Antalyayê, ji bo danişîna doza li dijî vekîşîna ji Peymana Stenbolê ya 7'ê Hezîranê, banga tevlibûnê kirin.
Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê di danişîna doza vekişandina Peymana Stenbolê de vebêje bê ka çima rayeya Serokkomar a rakirina Peymana Stenbolê nîne.
Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
Aktîvistên TJA'yê beriya meşa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku wê di 12 hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bê destpêkirin li navçeya Sancaktepeyê hatin cemhev.
‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
Jinên endam û rêveberên HDP’ê diyar kirin ku divê jin li dijî şer xwe bi rêxisitn bikin û budçeya ji bo şer tê veqetandin divê ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin.
Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
Seroka ÎGC'ê Dîlek Gappî anî ziman ku sedemeke zêdebûna nûçeyên tadeya li ser jinan kêmbûna saziyên çapemeniyê yên serbixwe ye û ev tişt anî ziman: "Tekane derdê çapemeniya alîgir ew e ku nûçeyên sansasyonel çêbike û zimanê tadeyê gur bike."
Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu da û xwestin ku di zûtirin demê de were berdan.
Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
Hejmara jinên li Êlihê bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 18'an.
Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
Dadgeha Îdareyê, biryara Wezareta Karên Hundir a ji bo nebûna kurdî ya li KADES'ê betal kir. Li ser vê beriya ku dadgeh biryara xwe aşkera bike Wezareta Karên Hundir kurdî li KADES'ê zêde kir.
DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
DAKAP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bbinçavkirina siyasetmedarên ên li Êlihê hatibûn binçavkirin da û xwest demildest jinên hatine binçavkirin bên berdan.
Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
Beriya danişîna ewil a doza girtinê ya KCDP’ê, jin li pêşiya Edliyeya Stenbolê kom bûn û diyar kirin ku doza hatiye vekirin dozeke neheq û derhiqûqî ye.
Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
Li Qilebanê jina bi navê Bîlmez Sak a 20 salî ku tê îdiakirin hewl da întîhar bike, jiyana xwe ji dest da.
Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
Hat îdiakirin ku li gundê Mergeh ê navçeya Qilebanê jina bi navê B.S. (20) întîhar kiriye.
Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin ku di nav de gelek siyasetmedar û aktîvîstên TJA'yê hene derket 15'an.
Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê ragihandin ku gardiyan li ber qawişan tetbîqata êrişê kirine.
Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
Dayika girtî Fînce Akman ku di Nobeta Edaletê de di encama tundiya polîsan de bi ser hişê xwe çû, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên jinan ên ew tenê hiştin rexne kirin û got: “Em yek kes jî bin em ê li wê qadê bin.”