Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku ew bi armanca “azadbûnê” xwe ji serdema nû re amade dikin û wiha got: “Jin wê dawiya vê desthilatdariyê bînin û wê jin ya nû jî ava bikin.”
Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
Li Êlihê Şeyhmus D. hevjîna xwe Felek D. bi giranî birîndar kir û jinbira xwe Kezîban D. û biraziyê xwe Abdulganî D. qetil kir.
Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
Li navçeya Payîzavayê Oznûr Aslan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Bornovayê jî zilamê bi navê Nûh Şayla hevjîna xwe Rojda Şayla qetil kir.
12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
Gulnaz Kiliç ku 12 sal in ji bo keça xwe Husna Kiliç a di Girtîgeha Kandirayê de diçe girtîgehê, diyar kir ku dê li dijî çewisandinan dest ji berxwedanê bernedin û got: "Em kurd in, em serî natewînin."
Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
Endama Yekeya Dîplomasiya Kongreya Starê Pencewîn Elî da zanîn ku ji bo amadekariyên Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî înîsiyatîfek hatiye avakirin.
Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bi bîr xist ku li her cihê ku şer lê heye, bedena jinê weke amûr tê bikaranîn û wiha got: “Jin xwediyê wê îdîayê ne ku jiyaneke nû û demokratîk ava bikin ku her kes bi zimanê xwe karibe lê bijî.”
Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
Parêzer Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku li Kurdistanê sûcên li dijî jinan weke polîtîkaya dewletê pêk ten û got ku hejmara leşker, polîs, notirvan ku nîvî gelheyê ne demografiyê diguherînin û îhtîmala tundiya li ser jinan zêde dikin.
Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
Bi angaşta ku heqaret li tecawizkarê Îpek Er Mûsa Orhan kiriye ceza li listîkvan Ezgî Mola hat birîn.
Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
Delegeyên tev li Konferansa Jinan a HDP'ê bûn destnîşan kirin ku ew ê li dijî şer bi têkoşîna hevpar li ber xwe bidin û ji bo demokrasiyê tifaqa jinan pêk bînin.
Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû û 3 kesên pê re hatin binçavkirin.
Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
Li Antalyayê di 8’ê Adarê de derbarê ji 40 kesên tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û polîsan bi lêdanê wan binçav kiribû, doz hat vekirin.
Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
Konferansa Jinan a HDP'ê ya Asayî ya 4'emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat destnîşankirin ku dê jin têkoşîna xwe mezin bikin û bi awayek mezin bi ser bikevin.
Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Beykozê jina bî navê Handan Uyaroglu ji aliyê Mesût Uzun ve hat qetilkirin.
Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
Di roja ewil a Konferansa Jinan a Asayî ya 4'an a HDP'ê de geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û êrişên li ser HDP'ê û têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin.
Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
Li navçeya Kadikoyê bijîşka diranan Şeyma Bîran, di mûayenexaneya xwe de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetilkirin.