‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Kurd Eyûp Subaşi bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Divê statûya zimanê kurdî bê naskirin û bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê, em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin.”
Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
Danişîna Endama Desteya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk a HDP'ê Rojbîn Sevîl Çetîn rastî îşkenceya bi kuçik hatibû hat taloqkirin.
Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
Girtiya bi navê Hayriye Yagbasan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî û ev agahî dan: “Li qawîşên ku kapasîteya wan 11 kes in, niha 37 kes dimînin. Lê xwarina 11 kesan didin. Girtiyên jin rastî tundiya sergardiyan tên.”
Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
Leyla Qasim ku li hemberî koletiyê ber bi sêdarê ve çû, nîşanî celadên xwe da ku serbixwebûn û azadî ne sedeqe ye, jiyana birûmet bi xwe ye.
Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
Dayikên Aştiyê yên li Edenê û Mêrsînê, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û piştgiriya PDK'ê ya êrişan dan û gotin ku wê Erdogan û Barzanî winda bikin.
Jin li dijî şer meşiyan
Li Stenbolê jin bi boneya Roja Dayikan meşiyan. Dayikan gotin "Dewlet çi qasî pêşî li ber me digire bila bigire, lê em ê li ber xwe bidin" û bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP û PDK'ê tê kirin dan.
Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
Leyla Guven a bi boneya Roja Dayikan nameyek şand wiha got: “Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Xatûn, soza me ji bo hemû Dayikên Aştiyê Dayikên Şemiyê û Dayikên Girtiyan e; Ne demek dirêj di demek kurt de em ê bi we re li Qada Şêx Saîd a Amedê bên gelhev.”
Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
Jinên ku bertek nîşanî êrişa li ser HDP'ê û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê hatin xwarin dan, destnîşan kirin ku AKP hatiye dawiya desthilata xwe ya 20 salan û gotin: "Ev êrişkariya wan ji ber bêçaretiya wan e."
Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
Jinan diyar kir ku êrişa li dijî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li dijî hemû jinên kurd hatiye kirin û li dijî van êrişan divê jin bibin yek. Jinan, da zanîn ku dê li hemberî êrişan paş ve gav neavêjin.
‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û wiha got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin."
DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
DEKAP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaranê şermezar kir û got: “Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike."
HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
Konferansa Navendî ya HDP’ê yekemîn konferansa xwe li Behra Reş li dar xist.
Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Aşye Acar Başaran da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê di tevahiya meha Remezanê û cejnê de propagandaya şer kir û wiha got: “Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike.”
Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade ku ducanî ye û li Girtîgeha Ûrmiyê tê ragirtin, li dijî neheqiyan 9 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye.