Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
Derket holê ku jina bi navê Remziye Apaydin a beriya 6 mehan li navçeya Depê winda bûbû ji aliyê zilamê bi navê Nîhat Cav ve hatiye kuştin.
Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
Jinan li Silopiya li dijî qetîlkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetîlkirin daxuyanî dan û meş li dar xistin û hovîtiya hatiye kirin protesto kirin.
Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
Ayşe Acar Başaran di Konferansa Jinan a HDP'ê ya Herêmê de axivî û bertek nîşanî êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan da û got: "Em ê li dijî zilma rejîma serweriya zilam, jiyana azadîxwaz a jinan ava bikin. Em di azadiyê de bi israr in."
Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
Kujerê Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê hate qetilkirin, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin hate girtin
Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
Qeyûmê Cizîrê, Parqa Sûrdîbî ku dema rêveberiya HDP'ê rojên çarşeman ji jinan re dihat veqetandin kir cafe.
Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
Dengbêjên jin ku ji ber dengbêjiya xwe bi salan li hemberî tahdeya mêran û ji ber zimanê xwe jî bi salan li hemberî tahdeya dewletê têkoşiyane, gotin: "Em ê her tim bi kurdî biaxivin û dengbêjiyê bikin."
Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
Yek ji sembolên berxwedana Şengalê Kinê Xidir diyar kir ku dê axa xwe teslîmî dagirkeriyê nekin û wiha got: “Tenê yek ji me bibîne û dilopeke xwînê jî di laşê me de bimîne, em ê dev ji vî çiyayî bernedin û xaka xwe neterikînin. Em ê axa xwe bo xayin û xwefiroşan nehêlin."
Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
Jinên ku ji bêgavî ji bajarên xwe koç kirine, li hemberî hemû zext û zoriyan jî nasnameya xwe û zimanê xwe diparêzin. Jinan ku gotin "Zimanê me nasnameya me ye" di axaftina bi kurdî de bal kişandin ser rola jinan.
Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
Ji bo Dayika Aştiyê Hatîce Ay a 73 salî ku ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizane, axaftina bi kurdî helwesteke li hemberî şer, îşkence û tecrîdê ye.
Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
Jinên TJA'yî destnîşan kirin ku dê êrişên bi hevkariya AKP û PDK'ê tên kirin bi ser nekevin û gotin: "Bi salan e bi şer û qirkirinê bi ser kurdan de diçin. Lê me tu carî winda nekiriye. Em ê cardin bi ser bikevin."
Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a li Wanê axivî, bal kişand ser êrişên AKP’ê û PDK’ê û wiha got: “Ev polîtîkayên şer, konsepteke ser tunekirina têkoşîna kurdan a sed salan e. Em ê li dijî van êrişan li her qadê li ber xwe bidin.”
Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
Danişîna doza endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku di çarçoveya lêpirsîna komeleyê de tê darizandin hate dîtin.
Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
Jinên amedî bal kişandin ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û bang kirin: "Em ê nehêlin ku zimanê me bimire. Divê em bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin."
Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
Li Rihayê zarokeka bi navê Sabîha Kaya li malê bi awayekî gûman, mirî hat dîtin.