Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin

Bi sedan jin beriya danişîna ji bo betalkirina Peymana Stenbolê li pêşiya Şûreya Dewletê hatin gelhev û gotin ku dev ji Peymana Stenbolê bernadin.

Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di nirxandina heftane ya jinan de, bal kişand ser binçavkirina rojnamevanên kurd û got: "Armanca van êrişên li ser rojnamegerên kurd em baş dizanin. Endamên çapemeniya azad tu carî paşve gav ne avêtin û her tim ji civakê re heqîqetê ragihandin. Em li hemberî van hemû êrişên di 12'ê Hezîranê de dimeşin Gemlikê."

Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir

Xûça Gulistan Dokû Ayagul Dokû, di merasî derçûna Zanîngeha Mûnzûrê de derket ser dike û ev pirs kir: "Me yê dîplomaya xwişka xwe bi hev re bigirta, Gulistan li ku ye?"

2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin

Ji zilamên ku li Başakşehîrê êrişî 6 jinan kiribûn û wan birîndar kiribûn, 2 êrişkar hatin girtin.

Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya

Ozcan Y.’yê ku hate diyarkirin li navçeya Hênê notirvane, piştî hevjîna xwe bi çekê giran birîndar kir, reviya.

17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin

17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ku weke kevneşopiyekê her sal li Londrayê tê pîrozkirin, îsal dê bi dirûşma “Li Ber Xwe Bide, Xwe Birêxistin Bike, Azad Bijî” bê lidarxistin.

Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e

Aktivîstên TJA'yê diyar kir ku tecrîda ku li seranserê welêt belav bûye tenê ne pirsgirêka kurdan e û wiha gotin: "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê Ocalan azad bibe."

Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê axaftina heqaretê ya Serokkomarê AKP’î Erdogan a di demên dawî de li dijî çalakvanên tev li Berxwedana Geziyê bûbûn de gilî kir.

Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin

Alîkara Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Amedê di bin navê "tetbîqatê" de zext li rojnamegeran tê kirin û xwegihandina amûrên paqijiyê ya girtiyan tê astengkirin û got ku derbarê binpêkirinên li girtîgehê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin

SES a Şaxa Amedê destnîşan kir ku zextên li ser jinên têkoşer zêde bûne, lê dê ev zext nikaribin têkoşîna wan asteng bikin û got: "Em jin dê her roj têkoşîna xwe bilind bikin.”

Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di danişîna betalkirina vekişîna Peymana Stenbolê de li ser navê HDP’ê parastin kir û wiha got: “Heta ku peyman bi rêk û pêk tê bicihanîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wijdana Tirkiyeyê wisa mohr bikin ku di pêşerojê de hemû kes weke dadgerên xwedî wijdan qala we bike.”

Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin

Jinên ku Peymana Stenbolê parastin, diyarkirin ku piştî biryara vekişînê 495 jin hatine qetilkirin, wiha gotin: “Rojeke dîrokî ye û berpirsyariyeke dîrokî ye. Biryareke di navbera mafê jiyanê yê 42 milyonan û mirinê de ye. Wê bibe biryareke di navbera mafê jiyanê yê jinan û biryara yek zilamî.”

TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin

TJA’yê têkildarî Meşa Gemlîkê daxuyaniyek da û wiha bang kir: “Heta ku îşkence û zilma li Îmraliyê bi dawî nebe, tu pirsgirêk çareser nabin. Di serî de jin, banga me li hemû kesî ew e ku di 12’ê hezîranê de beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.”

Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e

Parêzer Mujde Tozbey ku li ser navê Komeleya Jinan û Pêşî Zarok Peymana Stenbolê parast wiha got: “Ya ku ewil van jinan dikuje dewlet e. Belê me got ku kujer dewlet e. Gelê wê berpirsyariya jinên ku dijîn kî bigire ser xwe?”

Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, beriya doza ku ji bo betalkirina biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê hatiye vekirin li ber Şûreya Bilind axivî û ev tişt got: "Peymana Stenbolê xeta me tevan a sor e, em ê qet dev jê bernedin."

< 177 178 179 180 181 > Rupel 179 / 395