Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin

Li Mêrsînê, jinan diyar kir ku cezayê di doza Pinar Gultekîn de hatiye dayîn hê bêtir hêz dide zilaman û ev tişt gotin: "Em ê li dijî tundiya zilaman torên parastina rewa ava bikin."

Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû

Di doza ku Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya tê darizandin de derbarê Kaya de doznameyeke din jî hat amadekirin. Parêzeran bertek nîşanî vê rewşê da û gotin ku ev tacîza darazê ye.

Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin

Parezêr Zîlan Usman Heme, bal kişand li ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştinê û destnîşan kir ku hikûmeta Başûr bi vê yeke armanc dike ku dengê tevahî jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin qût bike.

Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir

Jinan bertek nîşanî daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci dan û wiha gotin: “Di tevahiya dozê de ne Avci lê Pinar Gultekîn hate darizandin. Li Muglayê komkujiya hiqûqê hate kirin û hiqûq mir.”

Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike

Çalakvana sivîl Şoxan Salih Mîrza anî ziman ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi qedexekirina nûçeyên derheqê kuştin û tundiya ser jinan re dixwaze dengê jinan qut bike. Mîrza, got ku divê hikûmet ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştinên jinan qanûnan derxîne.

Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê

Jinên ji şeveqê heya êvarî karê tûtinê dikin û heqê keda wan bi dest wan nakeve, diyar kirin ku herî zêde keda jinan tê xwarin.

Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin

Jinan kêmkirina cezayê Cemîl Metîn Avci yê ku Pinar Gultekînê kuşt, bi meşekê şermezar kir.

Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist

Şandeya dadgehê doza qetilkirina Pinar Gultekîn ji bo faîl Cemal Metîn Avci ku di danişînê de got “wijdana min rehet bila ya şandeyê jî rehet be” cezayê muebbeta giran da lê bi sedema “tehrîkkirina nerewa” jî ev ceza daxist 23 salan.

Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin

Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û malbata wî ku alîkariya wî kiriye, cara 13’emîn li pêşberî dadger in. Jinan beriya danişîna biryarê daxuyanî dan û xwestin kujer hemû bên cezakirin.

Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
Li Edeneyê jinek hat qetilkirin

Jina bi navê Hatîce Bayram li navçeya Saîmbeyliyê ji aliyê Mûstafa K. ve bi çekê hat kuştin.

Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê

Parêzer Mazlum Buksel diyar kir ku di dema ketina Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de lêgerîna tazî li 3 jinên siyasetmedar hatiye ferzkirin û wiha got: “Dema ji bo kargoyê, revîr û hevdîtina bi parêzeran diçin jî li wan tê ferzkirin ku pêxas biçin.”

Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike

Jinan di salvegera qetilkirina Denîz Poyraz a yekemin de soza berdewamiya têkoşîna edaletê dan û gotin: “Roniya Denîzê wê tariyê ronî bike.”

Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin

Sema Yuce ku bi çalakiya xwe bû yek ji sembolên têkoşîna jina kurd, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hişt. Dayik Zennûre Yuce got: “Divê her kes ji bo azadiyê têbikoşe. Kurd gere êdî tecrîdê bişikînin.”

Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye

Meclisa Jinan a HDP'ê, bersiv da gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de û ev tişt got: "Tu meşrûyeta otinên kesekî ku tev li her cura sûc bûye tuneye."

Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin

Danişîna doza parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş hat taloqkirin.

< 176 177 178 179 180 > Rupel 178 / 395