Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
Jinên ku beriya danişîna doza H.K.G.’ê ku Kadîr Îsteklî, bav Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel jê tên darizandin, li ber edliyeyê bang kirin wiha gotin: “Em li dijî tifaqa şer li vir in.”
Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
Dayikên Cizîrê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan ku tevî biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî êrişên xwe didomîne û got: "Êrişan bisekinînin."
Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
Jinan bertek nîşanî girtinên li Îzmîrê dan û gotin ku tu kes nikare pêşî li ber têkoşîna wan bigire û dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
Li Êlihê jina bi navê Z.A. li mala xwe bi amûrê bibirê hate qetilkirin. Li Stenbolê jî Umîda Tulyaganova, ji aliyê Riza Beler ve bi îşkenceyê hate qetilkirin
Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Mûratpaşayê jina bi navê Zehra Çatal ji aliyê Yilmaz Fahrîoglû ve bi çekê hate qetilkirin.
Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
Dadgehê cezayê muebedê yê girankirî li kujerê Pakistan Demîr, Mehmet Emîn Oner birî.
Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
Siyasetmedaran diyar kir ku ew ê hêrsa ku di Roja Jinan de xwe da der, veguhêzînin qada Newrozê û gotin ku dê peyameke Newrozê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be.
Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
Li Wanê jinan diyar kir ku armanca wan ew e di Newroza îsal de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û ji bo beşdariya li Newrozê bang kirin.
Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
Hat îdiakirin ku jineke ciwan a 17 salî ku duh ji Qoserê çû cem xizmên xwe yên li navçeya Mehsertê întîhar kiriye.
Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
Tirkiye amadekariyên hilbijartina 14'ê gulanê dike. Lê siyaseta mêrserwer li ser maseyê destkeftiyên jinan ji xwe re kiriye mijara bazarê. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike.
Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
Jinên îranî çalakiyên Jîna Emînî veguhestin qadên Newrozê. Jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” agirê Newrozê hil kirin û rejîm protesto kirin.
Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Dogan Aydal ku ji bo tev li Tifaqa Cûmhûr bibe hatibû vexwendin got ku wan şertê betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an ji AKP'ê re ragihandine û ji wan re jî ev bersiv hatiye dayîn: "Pirsgirêk nîne."
Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
Hejmara duyemîn a Kovara Jin’ê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, bi manşeta “Di rêvebirina karesatê de cihêkariya zayendî heye!” derket.
Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
Şandeyeke jinan a ji Skotlandê serdana saziyên jinan ên bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
Jinan diyar kir ku di Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê de hêrsa li dijî desthilata AKP’ê derketiye holê û wiha gotin: “Jinên ji neteweyên bindest, bi taybetî jî kurd wê têkoşîna xwe ya neteweyî bilind bikin û hemû daxwazên xwe li qada Newrozê biqîrin.”