‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’
‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’

Jinan ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê li Taksîmê li dar bixin ev bang kirin: “Mîna her salê em ê îşev jî bi hêrs û serhildana xwe li kolanan bin. Tu jî were!”

‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'
‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'

Parêzeran diyar kir ku di bin navê "zewacê" de zarok rastî destdirêjiyê tên nû gotin ku divê pergal ji serî heta binî bê guherandin.

Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin

Sibe dê li Wanê bi boneya 8’ê Adarê meş bê lidarxistin. Jinên ku xebatên xwe didomînin, belavok belav kirin û banga tevlibûna meşê kirin.

Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek zarokên keç di encama êrişên gazên kîmyewî de hatin jehrîkirin. Jin li dijî van êrişan daketin qadan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” rejîm protesto kirin.

Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin

Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci diyar kir ku di 8’ê Adara îsal de ruhê berxwedan û têkoşînê bi ruhê seferberiyê re bûye yek û wiha got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku sibe tev li meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bibin.”

Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin

Yek ji jina TJA’yî Fîgen Ovat ku roja ewil a erdhejê hate qadê, têkildarî tora ku li Hatayê avakirin wiha got: “Piştevanî hem mînaka jiyaneke ekolojîk hem jî ya azadîxwaziya jinê nîşanî me dide.”

Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin

Jinên hatayî, diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin û wiha got: "Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin, lê em ji vir naçin."

Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser

Rojnameger Rojbîn Denîzê diyar kir ku jinên êzidî li Şengalê li dijî hemû polîtîkayên qirêj û êrişan xwe li dor jiyana nû ya Şengalê birêxistin dikin û wiha got: “Jinên êzidî tenêtiya xwe şikandin û vê serkeftin wan ku bi hêza xwe bi dest xistin, li ser bingeha felsefeya 'Jin jiyan azadî'yê pêş ket." Denîzê destnîşan kir ku jinên êzidî êdî di guherandina çarenûsa Şengalê de xwedî gotin in.

Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin

Li Wan û Colemêrgê bi pêşengtiya TJA’yê ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin.

Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê

Şaredariya Seferîhîsarê têkildarî Midûrê Îmar û Bajarvaniyê Erkan Demîr ku derheqê wî de ji ber tacîza zayendî lêpirsîn hatiye destpêkirin, tu kirarî nekir û derxist betlaneyê.

Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê

Li Kantona Qamişloyê bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn

MEBYA-DER û TJA di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çûn serdana gorên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi bîr anîn.

TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin

TAJÊ’yê da zanîn ku ew 8’ê Adarê di bin êrişan de pêşwazî dikin û wiha got: “Em ê li dijî êrişan, rêxistiniya jinan û berxwedanê mezintir bikin.”

Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê

Jinên TÎP’î piştî daxuyaniya 8’ê Adarê, bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve ketin rê.

Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket

Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê êdî heftane bi navê “Jin” digihije ber destê xwînerên xwe. Hejmara ewil a kovarê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket.

< 136 137 138 139 140 > Rupel 138 / 395