Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê ku li ser qada dijîtal hate weşandin, bi dosyaya “Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî” derket.
Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
Li Botanê jinên ku li dijî pergala mêrserwer têdikoşin, di hedefa darazê de ne. Hat diyarkirin ku di dema lêpirsînan de ji jinan re hatiye gotin ku "Li mala xwe rûnên, hûn jin in, herin ji xwe re jiyanekê ava bikin, derdê we çi ye?" Jinên bertek nîşanî van astengiyên li ber têkoşîna wan dan gotin ku ne yek, hezar doz bên vekirin jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
Xwendekara dibistana amadehî Nazî Alamdariyê diyar kir ku li Îranê di êrişên bi gazên jehrî yên li hemberî dibistanên xwendekarên keç de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û got ku hejmara rast nayê eşkerekirin.
Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
Jinan bi boneya 8'ê Adarê li Taksîmê ji du milan ve Meşa Şevê ya Feminîst li dar xist. Jin, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandin Taksîmê. Jinan bi dirûşmeyan barîkat derbas kirin.
Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn, heya Qada Seyîd Riza meşiyan û gotin: "Me 8'ê Adarê bi kewgirî pêşwazî kir. Êşa giran e, em dilşikestî ne, lê hêrsa me zîndî ye."
Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
Li gelek navendên Ewropayê jinên kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan.
Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
Meşa DAKAP’ê ya 8’ê Adarê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Jinan bertek nîşan da û gotin: "Hê jî gel êşa xwe ya erdhejê ji bîr nekiriye, hê jî ji birînên erdhejê xwîn diherike. Dewlet li şûna ku mirovan rizgar bike, bi danîna barîkatan pêşî li jinan digire. Lê jin wê tu carî paşve gav neavêjin.”
Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
Li Kobanê, Minbic û Tebqayê jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” meşên girseyî li dar xistin.
Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
Jinan li Rihayê bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kirin.
Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
Jin, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan û wiha gotin: “Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em soz didin ku ji bo jiyanê jinûve ava bikin dê hev bidin jiyîn.”
Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniya 8’ê Adarê de li Mêrdînê axivî û got: “Em ê li dijî astengî, li dijî êriş û xemsariya dewletê bi dirûşma jin jiyan azadî re bi ser bikevin. Îro dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”
Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
Bi boneya 8’ê Adarê li Silopiyayê meş hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di meşê de got ku ew dê serê xwe netewînin, ne tenê di 8’ê Adarê de lê dê her roj li qadan bin û bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe mezintir bikin.
Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
Bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" li Êlihê meşek hat lidar xistin û di meşê de hat diyar kirin ku dê bi hev re civakeke komunal û jiyanek nû ava bikin.
Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin
Rêxistina Hengawê raporek di navbera 8’ê Adara 2022 û 8’ê Adara 2023’yan de amade kir û li gorî raporê li rojhilatê Kurdistanê herî kêm 245 jinên kurd hatine girtin û cezayê darvekirinê û zindanê li 30 jinan hatiye birîn û herî kêm jî 25 jin di encama tundiya zilaman de hatine kuştin.
Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin
Zilamê bi nvaê Mûrat Atilgan, di 8’ê Adarê de hevjîna xwe ya li ber hevberdanê qetil kir.