Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
Li Ûrmiyeyê li dijî dibistana zarokên keç êrişa jehrî ya gazê pêk hat û 5 xwendekarên ku jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê.
Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Li Stenbolê ji dayikên ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin 4 hatin binçavkirin.
Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
Mecîde Horoz a 75 salî ku tev li “Nobeta Jiyanê” ya li Samandagê bûye, bertek nîşanî xalîkirina kavilan li qadên wan ên jiyanê da û wiha got: “Em dixwazin li ser xaka xwe bin.”
Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
Şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ku Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî di nav de bû, çûn serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û banga têkoşîna hevpar kirin.
KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha adarê ya KCDP’ê, 23 jin hatin qetilkirin û 19 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
MKGP’ê rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a 3 mehan eşkere kir û got ku herî kêm 18 rojnamegerên jin girtî ne û dê tevî hemû zextan jî heqîqetê derxînin holê.
Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
Siyasetmedara kurd Besîme Konca ku ji bo Partiya Çep a Kesk li Ewropayê xebatan dike diyar kir ku wê bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” biçin ser sindoqan û azadiyê hilbijêrin.
Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê ji bo bernameya Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şand.
Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Ççîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê, ew azadiya jinê diparêzin û ev tişt anî ziman: “Ji bo mafê jiyanê, em bo hesabpirsînê tên. Em soz didin, li vir in û dê bi hev re vê îktîdarê biguherînin.”
Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk di Beyannameya Hilbijartinê de diyar kir jin li dijî zextan bê alternatîf nînin û ev peyam hate dayîn: “Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve; em bi piştevaniya jinan bo guherandinê tên.”
Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta kampanyaya hilbijartinê da. Meclisa Jinan, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn.
Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê bi dirûşmên “Dîsa jin, dîsa jiyan” û “Em li vir in, dê bi jinan re biguherînin” da.
Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku ji bo Meşa Amarayê banga tevlibûnê kirin, diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, di heman demê de vejîna kurdan e û gotin ku ew ê ji bo azadiyê bimeşin.
Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
Rêxistinên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin diyar kirin ku li dijî tecrîda girankirî bêtir pêwîstî bêtir bi tekoşîna jinan heye û gotin: "Heta ku Rêber Apo azad nebe pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin. Em tevgerên jin em soz didin ku em ê tecrîdê bişkinin."
Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
Di danişîna 3’yemîn a doza Weqfa Hîranûr ku bi destdirêjiya zaroka bi navê H.K.G. bû rojev de biryara berdewama girtina faîl Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hate dayîn û danişîn taloqî 5’ê hezîranê hate kirin.